Enstîtuya Bilind a Zimanan a Zanîngeha Şamê ku ji sala 2013an ve kursên zimanê Kurdî pêşkêş dike ji Wezareta Xwendina Bilind xwest ku li zanîngehê Beşa Edebiyata Kurdî veke.
Enstîtuya Bilind a Zimanan a Zanîngeha Şamê ev 25 sal in xizmeta kursên zimanên cuda pêşkêş dike û yek ji saziyên fermî yên Sûriyeyê ye ku dîplomayên wê li Sûriyê û li cihanê tên naskirin.
Kursiyerên zimanê Kurdî jî wan dîplomayên werdigirin û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimana ye ku li vê enstîtuyê tê ferkirin
"Hêvî heye ku Beşa Edebiyata Kurdî bê vekirin"
Birrêviberê Enstîtuya Bilind a Zimanan a Zanîngeha Şamê Dr. Emar Sedîq hêviya xwe anî zimên ku Beşa Edebiyata Kurdî jî bê vekirin û got:
"Em hêvî dikin ku Wezareta Xwendina Bilind Beşa Edebiyata Kurdî jî li zanîngehê zêde bike, çawa ku îsal dê Beşa Edebiyata Tirkî li beşa edebiyatê bê vekirin. Pêwîst e li ser Beşa Edebiyata Kurdî jî daxwaz hebe."
Mamosteyê Zanîngehê Şamê Dr. Ismet Remedan diyar kir ku fêrkirina zimanê Kurdî ji şeş astan pêk tê û piştî ezmûnan bawername tên belavkirin.
Kêfxweşiya xwendekaran
Evîn Elî, yek ji 11 xwendekarên kursa niha ye û wê kêfxweşiya xwe ya ji bo fêrbûna zimanê dayîkê wiha anî zimên:
"Bi rastî hestên min nayên vegotin, gelekî xweş e ku mirov zimanê xwe yê dayîkê bixwîne.
Pir baş e ku em li Zanîngeha Şamê vî zimanî fêr dibin."
Evîn û hevalên wê, tevî ku ji bo gihîştina enstîtuyê zehmetiyan dikişînin û carinan saetekê di rê de dimînin jî, ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayîkê bi kelecan in.
Rûdaw