Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Szczecinê peymaneke berfireh îmze kir

.

Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê peymaneke hevkariyê ya akademîk a berfireh îmze kir.

Armanca peymanê bihêzkirina lêkolînên herêmî û navneteweyî, perwerdeya dîjîtal û bipêşketina saziyî ye.

Peyman ji aliyê Hevserokên Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mislim û Xezne Îbrahîmê û Rektorê Zanîngeha Szczecinê Prof. Waldemar Tarczynski ve hat îmzekirin.

Akademisyên û Serokê Fakulteya Zanistên Îdarî û Aborî ya Zanîngeha Szczecinê Kesra Nermend jî di civîna îmzekirina peymanê de hazir bû. 

Çarçoveya hevkariyê gelek destpêşxeriyên akademîk, teknîkî û saziyî li xwe digire ku armanca wan piştgiriya mezinbûna Zanîngeha Kobaniyê û kûrkirina entegrasyona wê ya di qada akademîk a Ewropayê de ye.

Xalên sereke yên peymanê ev in:

  • Piştgiriya avakirina laboratuarên akademîk: Her du zanîngeh dê ji bo avakirina laboratuarên zanistên sepandî (tetbîqî), ziman û lêkolînên civakî yên li Zanîngeha Kobaniyê hevkariyê bikin. Zanîngeha Szczecinê dê piştgiriya teknîkî û şêwirmendiyê bide.
  • Platforma perwerdeya dîjîtal a hevbeş: Dê platformeke dîjîtal a hevbeş were bipêşxistin da ku xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê karibin beşdarî kurs, ders û semînerên online ên Zanîngeha Szczecinê bibin.
  • Bernameyên perwerdeya îdarî: Karmendên îdarî yên Zanîngeha Kobaniyê dê karibin beşdarî bernameyên perwerdeyê yên Zanîngeha Szczecinê bibin ku li ser birêvebirina zanîngehê, misogerkirina kalîteyê û akredîtasyona akademîk in.
  • Bernameyên hevkariya akademîk: Akademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê ji bo ku şiyanên xwe yên lêkolînê bi pêş bixin dê beşdarî bernameyên hevkariya akademîk ên demkurt û demdirêj ên li Polonyayê bibin.
  • Bipêşxistina zimanê akademîk: Ji bo bihêzkirina Îngilîziya akademîk a mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê dê kursên taybet werin organîzekirin.
  • Avakirina kovareke zanistî ya hevbeş: Her du sazî dê piştgiriyê bidin avakirina kovareke zanistî. Kovar dê ji aliyê Zanîngeha Kobaniyê ve were weşandin û Zanîngeha Szczecinê dê piştgiriya edîtorî û akademîk bide. Kovar dê li ser lêkolînên herêmî û navneteweyî hûr bibe.
  • Serdanên akademîk ên salane: Ji bo xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobaniyê dê serdanên salane yên Zanîngeha Szczecinê werin organîzekirin da ku tecrubeya akademîk parve bikin û tevlî derdora akademîk a Ewropayê bibin.
  • Hevkariya li ser enerjî û bipêşketina domdar: Peyman hevkariya li ser projeyên enerjiya nûjen û domdariya jîngehê yên li Kobaniyê jî li xwe digire ku dê bi pisporiya zanistî ya Zanîngeha Szczecinê were piştgirîkirin.
  • Beşdariya di projeyên Yekîtiya Ewropayê de: Zanîngeha Szczecinê dê alîkariya Zanîngeha Kobaniyê bike ku wekî hevparekî fermî beşdarî bernameyên akademîk û lêkolînê yên Yekîtiya Ewropayê bibe.
  • Avakirina yekîneya hevkariya navneteweyî: Dê li Zanîngeha Kobaniyê yekîneyeke taybet were avakirin ku bi rêberiya Zanîngeha Szczecinê hevkariyên navneteweyî û projeyên akademîk ên paşerojê koordîne bike.
  • Nûjenkirina materyalên perwerdeyê: Zanîngeha Szczecinê dê piştgiriyê bide nûjenkirina materyalên dersan ên Zanîngeha Kobaniyê ku li gorî pêdiviyên bazara kar û standartên perwerdeya Ewropayê bin.
  • Bihevguhertina akademîk a di navbera beşan de: Hevkarî, bernameyên bihevguhertina mamoste û xwendekaran a di beşên akademîk ên cuda de jî li xwe digire.

“Em serbilind in”

Serokê Fakulteya Zanistên Îdarî û Aborî ya Zanîngeha Szczecinê Kesra Nermend ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser pêbendbûna xwe û got:

“Em serbilind in ku ji bo bihêzkirina şiyanên teknîkî û binesaziya akademîk piştgiriyê didin Zanîngeha Kobaniyê.

Zanîngeha Kobaniyê zanîngehek e nû ye û hîn xwe di qada perwerdeya navneteweyî îsbat nekiriye û gelek gav hene ku biavêje.

Di vî warî em serbilind in ku ji aliyê peydakirina alav û tesîsan de piştgiriya bipêşketina wê bikin.”

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê