Zanîngeha Artukluyê ji ber Kurdî rê neda konsera Pervîn Çakar

.

Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê ji ber ku di repertuara wê de stranên Kurdî hebûn destûr neda sopranoya Kurd Pervîn Çakar ku li zanîngehê konserê bide.

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar ji bo ku konser bide serî li Rektoratiya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê da.

Zanîngeha Artukluyê serlêdana Pervîn Çakar bi erênî pêşwazî kir û jê repertuara wê xwest.

Piştî ku Çakar repertuara xwe şand, rêveberiya zanîngehê ragihand ku ew destûr nadin konserê.

Li ser vê yekê Çakar li ser hesabê xwe yê Twitterê ev biryar bi raya giştî re parve kir û wiha got:

Ji bo ku di meha Gulanê de konser bidin me daxwazname ji salona konserê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdîn re nivîsand. Rektor pir erênî bû. paşê repertuara min a konserê xwestin.

Ji ber ku di repertuara min de berhemên Kurdî hebûn, salona konserê nedan min. Ez xemgîniya ku ez nikarim li bajarê xwe konserê bidim dijîm.

Di repertuara hunermendekî de kîjan ziman hene nayê pirsîn. Ev sûcê mirovahiyê ye.”

Abdurahman Kurt: Yên ku em wan dost dizanin ji pişt de li me xistin

Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurahman Kurt li ser parvekirina Pervîn Çakar a Twitterl bersiv da û got:

Mixabin Pervîn xanim, ev helwesteke ku em qet li bendê bûn, em jî şaşmayî man û xemgîn bûn, tevî hemû hewldanên me di ser de em rastî meydan xwendinê jî hatin, lê bila wisa be qet xem nekin em dê wan jî derbas bikin.

Rêzikên qanûnî yên ku me bixwe derxistiye, helwestên tirsonek ên ku bikaranîna mafên desteserkirî yên ku me paşve dane jî asteng dike mixabin yên di nav me de em difikirîn ku dostên me ne ji pişt de li me xistin.”

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand