Zanayê Kurd bersiv da Subhî El Tûfeylî: ‘Kurd ne serê mar, qurbaniyên jehra mar in’

.

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Herêma Kurdistanê bersiva Emîndarê Yekem ê Hizbulaha Libnanê da û da zanîn ku ew gotin “şovenî” ne.

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Herêma Kurdistanê Abdula Weysî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Sedsala borî li her çar perçeyên Kurdistanê mafên Kurdan hatine binpêkirin û ew rastî karesatên mezin hatine ku ji ber çavkanî û palnerên wan malwêraniyên hizra şoven, mezhebî û dîktatorî bûye.”

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yên Herêma Kurdistanê Abdula Weysî got:

“Li gorî hemû pîvanên asmanî û erdî, Kurd jî wekî hemû neteweyên din xwedî maf in ku doza mafên xwe bikin.

Dirûşm û gotarên li dijî Kurdan û wesifkirina wan a wekî serê mar, hizreke şoven e û agirê fitne û rikê geş dike.

Kurd ne serê mar in, qurbaniyên jehra mar in.”

Emîndarê Yekem ê Hizbulaha Libnanê Subhî El Tûfeylî 3yê mehê di gotareke xwe de anî ziman:

“Rê bidin min li vir ji Sûriyeyê re bibêjim, serê marê Kurd bibirin, eger serê marê Kurd hat birîn li Sûriyeyê her tişt dê bi dawî bibe.

Li Siwêdayê û deverên din ew dengên ne xweş namînin.”

Emîndarê Yekem ê Hizbulaha Libnanê Subhî El Tûfeylî li ser Kurdan axivî û got:

“Hewlek heye ku beşek ji Kurdan teşwîq bidin da ku li dijî avakirina dewleta Sûriyeyê bisekinin û doza parçe û federaliyê dikin wekî Îraq û Libnanê.

Ev jî wêrankirina Sûriyeyê ye û ew vê yekê dixwazin.

Divê Kurd li Sûriyeyê nebin darên destên Siyonîzm û Amerîkayê.”

Subhî El Tûfeylî di navbera salên 1989 û 1991ê de Emîndarê Giştî yê Hizbulaha Libnanê bû û niha jî wekî merciyekî bilind ê Şîeyên wî welatî tê dîtin.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand