Yûnanîstan: Ger Tirkiye S-400an werbigre em dê çekên xwe nû bikin

Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanîstanê dilgiraniya welatê xwe derbarê kirîna sîstema mûşekî ya berevaniya esmanî ya S-400î ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da û ragihand ku kirîna wê sîstemê ji aliyê Tirkiyê ve, Yûnanîstanê neçar dike ku pêdaçûnekê bi sîstema xwe ya ç

Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê dilgiraniya welatê xwe derbarê kirîna sîstema mûşekî ya berevaniya esmanî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da û ragihand ku kirîna wê sîstemê ji aliyê Tirkiyê ve, Yûnanê neçar dike ku pêdaçûnekê bi sîstema xwe ya çekan de bike.

Evangelos Apostolakis diyar kir ku eger Tirkiyê sîstema S-400 bikire, dê Yûnan jî neçar bibe ku sîstema xwe ya çekan nû bike û got jî, ev rêkeftina kirîna sîstema S-400 a di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dibe sedem ku sîstema berevaniya asmanî ya navçeyê bi awayekî din bê birêvebirin.

Apostolakis destnîşan kir,  ji ber vê yekê bidestxitina wê sîstemê ji aliyê Tirkiyê ve, Athinayê neçar dike ku careke din sîstema xwe ya berevaniyê bihêztir bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê herwiha got, kirîna sîstema mûşekî ya S-400 û balafirên F-35 ji aliyê Tirkiyê ve, balansa hêzê û aramiya navçeyê bi temamî diguhere.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê