YNK û Nifşê Nû hevpeymaniyekê ava dikin

.

 Di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû de hevpeymaniyeke bi navê "Hevsengî û Vejînê" tê avakirin.

Îro li Silêmaniyê bi amadebûna Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid merasima îmzekirina hevpeymaniyê tê lidarxistin.

Serokê Fraksiyona YNKyê di Parlamentoya Îraqê de Herêm Kemal Axa li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Herêm Kemal Axa ragihand, "Îro demjimêr 17:00an li Otêla Şarî Cwan a li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna Bafil Celal Talebanî û Şasiwar Ebdulwahid, merasîma îmzekirina peymana hevpeymaniyê tê lidarxistin."

"Armanca peymanê xizmetkirina xelkê ye"

Herêm Kemal Axa got, "Armanca vê peymanê ji bo parastina berjewendiyên giştî bêtir dabînkirina hevsengiyê, xizmetkirina xelkê û nêzîkbûna bêtir a di navbera her du aliyan de ye."

Her wiha çavkaniyek ji Tevgera Naway Nwe ji Rûdawê re eşkere kir ku ev peyman li ser bingeha wê nêzîkbûnê hatiye îmzekirin ku di çend mehên borî de di navbera her du aliyan de hebûye.

Hevdîtin ji kanûna paşîn ve didomin

Destpêka nêzîkbûna di navbera her du aliyan de vedigere 15ê Kanûna Paşîn a 2026an.

Di wê demê de Şaswar Ebdulwahid piştî ku ji girtîgehê hat berdan, ji bo avakirina kabineya 10an a hikûmetê bangî aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Piştî wê û di demeke kurt de, Bafil Celal Talebanî bi rêya vîdeoyekê bersiva wî da û amadehiya xwe ya ji bo vê gavê nîşan da.

Ji wê demê ve heta niha gotûbêj û civînên di navbera wan de didomin.

YNK di Parlamentoya Kurdistanê de xwedî 23 kursiyan e û 15 kursiyên Nifşê Nû hene.

Ji ber vê yekê her du alî daxwaza nîvê postên hikûmetê dikin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Êrîş û Qetlîamên Dewleta İranê Rûreş Dikin
Xidir Ûso: Me ji ber şermezar kirina qetlîama Siwasê ya Madimakê ceza xwar, lê qatilan ceza nexwarin
Civîneke lûtkeyê ya partiyên siyasî tê lidarxistin
Dadgehê cezayê îdamê yê 'Celadê Kurdan' pesend kir
Kovara Vînê bi hejmara xwe ya nû derket