YEyê ji Îsraîl re: Di hişê we de kîjan çareserî heye, kuştina hemû Filistîniyan?

.

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock berî civîna Xezeyê ya li Brûkselê banga çareseriya du dewletî kir.

Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Xezeyê rexne kir û banga xwe ya çareseriya du dewletî dubare kir.

Li Brûkselê 27 wezîrên karên derveyê yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê bi cuda cuda bi berpirsên Îsraîl û desthilata rêveberiya Filistînê re dicivin.

Josep Borrell beriya civînan ji medyayê re axivî û got, “Ya ku em dixwazin bikin ew e ku çareseriya du dewletî ava bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benhamin Netanyahu berî niha gotibû ku piştî şerê Xezeyê jî nabe dewleta Filistînê bê avavkirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî li hemberî van gotinên Netanyahu bertek nîşan dabû û gotibû ev helwesta Îsraîlê nayê qebûlkirin.

Borrell piştevaniya xwe ji bo helwesta Guterres nîşan da û got:

“Aştî û aramî tenê bi rêyên leşkerî nayê avakirin. Di hişê wan de çi çareseriyên din hene? Dê cudabûna hemû Filistîniyan misoger bike? An jî hemûyan bikujin?”

Baerbock: Yek çareserî heye ew jî çareseriya du dewletî ye

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock berî civînê diyar kir ku li Îsraîl û Filistînê çareseriya du dewletî tekane çareserî ye û got:

“Yên ku dibêjin em naxwazin çareseriyeke bi vî rengî bibihîsin, alternatîfeke din pêşkêş nekirine.”

Annalena Baerbock herwiha bang kir li Xezeyê agirbest were ragihandin.

27 wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dê ewil bi Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz re bicivin.

Paşê jî dê bi dîplomatê payebilind ê Rêveberiya Xweser a Filistînê Riyad El Malikî re bicivin.

Tê çaverêkirin ku Katz û Malikî hevdu bibînin.

Li Brukselê de, wezîrên karên derve yên Misir, Urdun û Erebistana Siûdî jî dê bi wezîrên Ewropayê re hevdîtinan pêk bînin.

Avrupa Haberleri

Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê