Yekîtiya Ewrûpayê dê hevkariya Amerîka bike bo zêdekirina givaş li ser Îranê

.

Yekîtiya Ewrûpayê roja duşemê 31ê Tebaxê li destpêka civîna du rojî ya wezîrên darayî û serokên bankên navendî yên grûpa 20 li bajarê Aşvîlê yê eyaleta North Carolina ya Amerîkayê de, daxuyaniyek belav kir ku tê de tekezî li ser berdewamiya hevkariya nêzîk ligel Amerîkayê û endamên din ên grûpa 7 û hevpeymanên navdewletî bo zêdekirina givaşê li ser rêjîma Îranê hatiye kirin.

Di vê daxuyaniyê de hat xuyakirin ku Yekîtiya Ewrûpayê pêşwazî li hewldanên bo dawîanîn bi kiryarên "alozker" ên rêjîma Îranê dike û dixwaze ku Tehran bi niyetpakiya xwe bibe beşek ji danûstandinên aştiyê. Herwisa hat eşkerekirin ku givaşên aborî, di nav de jî operasyona bi navê "dûrxistina aborî" bi rêberiya Amerîkayê, wê bibe beşek ji vê nêzîkbûna hevpar.

Ev helwest di rewşekê de tê ziman ku alozîyên herêmî û navdewletî yên li derheq rola Îranê li Rojhilata Navîn hîn jî berdewam in û welatên rojavayî tekezî li ser hewcehiya hevahengiya zêdetir bo rûbirûbûna gefên ewlehî û aborî dikin.

Kurdistan Haberleri

Mistefa Hicrî: Em di Îrana nû de navendîparêziyê qebûl nakin
Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Gelê Amûdê li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî derket qadan
Mamosteyên Kurd biryara Wezareta Perwerdeyê red kir