Yek ji pîlotê herî baş ê cîhanê li Ukraynayê hat kuştin

.

Yek ji pîlotê herî navdar û baş li cîhanê ku çend xelat jî wergirtine, di şerê li dijî Rûsyayê de hatiye kuştin.

Serokê şaredariya bajarê Boltava, Demitry Lunîn ragihandiye ku pîlotê bi navê Oleksandr Oksanchenko ku pîlotekî leşkerî ye û cîgirê encûmena bajarê Mîrhorod e, di şer de hatiye kuştin.

Lunin li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsandiye, yek ji pîlotê herî baş yên Ukrayna di şer de hatiye kuştin. Pîlotê ku hatiye kuştin di liwaya balefirvaniya tektîkî 831 de xizmet kiriye.

Oleksandr Oksanchenko bi erkên herî zehmet di pêşangeh û festîvalên balefirvaniya leşkerî de rabûye. Oksanchenko Xelata Stêrka Zêrîn û Qaremanê Ukrayna wergirt ku li Ukraynayê xelata herî pile bilind a leşkerî ye.

Avrupa Haberleri

Êrişî Serokwezîrê Slovakyayê hat kirin
Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê