YE "Xelata Saxarov" da du keçên Kurdên Êzîdî

Parlamentoya Ewrûpayê (YE) “Xelata Azadîya Ramanî û Mafê Mirovî ya Saxarov” îsal da keçên Kurd yên Êzîdî Nadya Murad û Lemiya Başar.

Parlamentoya Ewrûpayê (YE) “Xelata Azadîya Ramanî û Mafê Mirovî ya Saxarov” îsal da  keçên Kurd yên Êzîdî Nadya Murad û Lemiya Başar.

Ev herdu keçên Kurd yên Êzîdî di 2014ê de li Şengalê ji destê terorîstên DAÎŞê hatibûn azadkirin. Li  Şengalê di  2014ê de li gundê Koço herî hindik 12 hezar Êzîdî hatibûn qetilkirin û bi sedan jinên Êzîdiyan ji aliyê DAÎŞê ve hatibûn revandin û di pazaran de wek kolê seksê hatibû kirîn û firotin.

Nadia Murad herweha elçîyê paknîyet ya YN hatibû hilbijartin. Herweha ew  dixebite ku qetlîama ku li Êzîdîyan hatîye kirin wek jenosîd bihê qebûlkirin.
 Xelat dê di 14.12. 2016ê de bihê dayîn.

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'