Yasir Silêman: Pêkanîna Peymana 10’ê Adarê di nava çend rojên bê de dest pê dike

.

 Berdevkê Şandeya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman ragihand, di nava çend rojan de dê xalên peymana 10’ê Adarê werin cîbicîkirin. Diyar kir jî, Amerîka dê wekî çavdêr rasterast serperiştiya proseyê bike.

Pêvajoya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de derbasî qonaxeke nû dibe. Berdevkê Şandeya Danûstandinkar a Rêveberiya Xweser Yasir Silêmanji televîzyona "Sûriye" re aşkere kir, ew çaverê dikin di nava çend rojên bê de dest bi pêkanîna bendên "Peymana 10’ê Adarê" bikin.

Silêman destnîşan kir ku aliyê Amerîkayê dê di dema cîbicîkirina peymanê de wekî serperiştyar û çavdêr amade be. Herwiha got: "Sûriye tenê dikare bibe xwedî artêşekê ku ji pêkhateyên cuda pêk were."

Berdevkê Şandeya Rêveberiya Xweser baweriya xwe bi welatparêziya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şerî anî û hêvî kir ku ev pêvajoya "yekbûnê" (entegrasyon) biser bikeve, da ku Sûriye ji bo qonaxa avakirinê amade bibe.

Di warê aborî de, Silêman aşkere kir, berhemên petrolê dê ji bo hemû Sûriyeyiyan bin û di bin sîwana saziyên dewletê de werin birêvebirin. Lê belê, wî xaleke giring jî zêde kir û got ku beşek ji dahata petrolê dê ji bo wan herêmên ku petrol jê derdikeve (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) were veqetandin, da ku di xizmetguzariyên herêmî de were bikaranîn.

Herwiha  Silêman bal kişand ser pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re û hêvî xwest ku ev nakokî di çarçoveya berjewendiyên dewleta Sûriyeyê de werin çareserkirin.

Nexşerêya Sûriyeya nû: 8 xalên peymanê

Peymana 10’ê Adarê ya ku di sala 2025’an de di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şerî de hatibû îmzekirin, ji van 8 xalên sereke pêk tê:

1.    Mafên Wekhev: Garantîkirina beşdariya hemû Sûriyeyiyan di dewletê de li ser bingeha jêhatîbûnê.

2.    Nasnameya Kurdî: Naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û garantîkirina mafên wan ên destûrî.

3.    Agirbest: Ragihandina agirbestê li seranserê welat.

4.    Yekbûna Saziyan: Tevlîkirina saziyên sivîl û leşkerî (dergehên sînor, firokexane, kêlgehên petrolê) bo bin rêveberiya dewletê.

5.    Vegera Koçberan: Misogerkirina vegera bi rûmet a hemû penaberan.

6.    Têkoşîna li dijî Stemkariyê: Piştgiriya dewletê di şerê li dijî paşmahiyên rejîma Esed de.

7.    Yekîtiya Civakî: Redkirina axaftinên nefretê û fitneya navxweyî.

8.    Dema Cîbicîkirinê: Divê ev peyman heta dawiya salê bi temamî were cîbicîkirin.

Kurdistan Haberleri

IFJ: Di 2025an de 128 rojnamevan hatine kuştin
Trump li ser xwenîşandanan gef li Îranê xwar
Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir
Tirkiye: Şertê serkeftina pêvajoya aştiyê bicihanîna peymana 10ê Adarê ye
Par 6 hezar 500 kesan ji Herêma Kurdistanê koç kiriye