Yasa di Rojnameya Fermî ya Îraqê de hat weşandin: Helebce êdî parêzgeh e

.

Yasaya Parêzgehbûna Helebceyê li Rojnameya Fermî ya Îraqê de hat weşandin.

Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî got, "Ji îro ve yasa ketiye warê bicihkirinê û her îro dê ji bo serokkomarî û parlamentoyê were şandin."

Yasaya Parêzgehbûna Helebceyê ya Hejmara 7an 2025an îro di Rojnameya Fermî ya Îraqê de îro hat weşandin.

Xalid Şiwanî di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand, "Ji îro ve yasa dê bikeve warê bicihkirinê û Parêzgeha Helebceyê bi fermî û yasayî wekî 19emîn parêzgeha Îraqê de hat nasandin.

Her îro em dê yasayê ji bo serokkomarî, parlamento û aliyên têkildar ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişînin ku divê fermana komarî jê re derbikeve û ferman dê carekî din di Rojnameya Fermî ya Îraqê de bê weşandin.

 Bi vê yekê re hemû rêkarên yasayî û rêvebirî yên parêzgehbûna Helebceyê bi dawî dibe."

14ê Nîsana 2025an endamên Parlamentoya Îraqê deng dan Yasaya Parêzgehbûna Helebceyê û 29ê Nîsanê jî Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd yasaya parêzgehkirinê Helebceyê îmze kir.

Helebce 4emîn parêzgeha Herêma Kurdistanê ye. Navenda wê bajarê Helebceyê ye û yek ji kevintirîn bajarên Kurdan e.

Di serdema Osmaniyan de û beriya damezrandina dewleta Îraqê di sala 1889an bûye navçe û Osman Paşayê Caf ê hevjînê Adîle Xanimê yekem qaymaqamê navçeyê bûye.

Hejmara niştecihên Helebceyê nêzîkî 120 hezar kes e. Parêzgeh ji du navçeyan û 3 nahyeyan pêk tê; navçeya navendî ya Helebceyê û navçeya Xurmal û nahiyeyên Biyare, Bemo û Sîrwanê.

Kurdistan Haberleri

Yasir Silêman: Pêkanîna Peymana 10’ê Adarê di nava çend rojên bê de dest pê dike
IFJ: Di 2025an de 128 rojnamevan hatine kuştin
Trump li ser xwenîşandanan gef li Îranê xwar
Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir
Tirkiye: Şertê serkeftina pêvajoya aştiyê bicihanîna peymana 10ê Adarê ye