Xwepêşandina Stenbolê: Propaganda tirkan ji bo tirkan!

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em ji darbê re jî, ji ew ên nuha li Yenîkapî bi ‘’yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ê miletê Kurd tune dihesibînîn re jî dibêjin na”.

Erkana Dewleta Tirk tevî partiyên xwe yên mixalefetê yên meclîsê di 7.08.2016ê de li Stenbolê li Yenîkapiyê ji bo hewildana derbaya nebisrketî ya 15ê Tîrmehê protesto bikin bi navê "Demokrasî û Şehîdan"xwepêşandinek li dar xistin. Li gor mediyaya tirk zêdetir 3 milyon kes bêşdarê wê bûne.

Serokkomarê Tirk Recep Tayib Erdogan, Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê Îsmaîl Kahraman, Serokwezîr û serokê AKP Binalî Yildirim, Serokê CHP Kemal Kilicdaroglu, Serokê MHP Dewlet Bahçelî, Serokê Erkanê Herb Hulusî Akar, Seokê Diyanetê Mehmet Gormez û Serokwezirê kevn Ahmed Dawudoglu di xwepêşandinê de  axaftin; cemaeta Fethullah Gulenî ku li gor wan ew plangerê hewildana derbaya 15ê Tîrmehê ye, rûreş kirin, û pesnê miletê xwe dan ku ew li dij vê derbeyê sekinîne û li ser yekîtîya welat û miletê xwe propaganda xwe ji xwe re kirin, alaya xwe bilind kirin; tirk û tirkiyatîyê pesinandin.

Partîya HDP ku ew jî di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de partîya sêyem a mezin e û zêdetir dengên xwe ji miletê kurd werdigre ji ber ku nehatibû vexwendin bêşdarî xwepêşandinê nebû.

Di dîroka cumhurîyeta Tirkiyê de ev cara yekem e ku erkana dewleta Tirk tevî partîyên xwe yên mixalefetê xwepêşandineka wiha li dar dixe.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk di hesabê xwe yê twitterê de xwepêşandina Yenîkapiyê rexne kir û got; ”Em ji darbê re jî, ji ew ên nuha li Yenîkapî bi ‘’yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ê miletê Kurd tune dihesibînîn re jî dibêjin na”.

Siyaset Haberleri

Rûsya jî dê ji OPECê vekişe?
Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin