Xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in

.

Xwepêşandan û nerazîbûn li çendîn bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin. Li Sine, Reşt û Meşhed û Qumê bi dehan welatî daketin ser caddeyan xwepêşandan kirin. Jin jî tevlî wan nerazîbûnan bûn û bi siloganên `jin, jiyan, azadî` dengê xwe bilind kirin, di dema xwepêşandanê de alozî di navbera xwepêşanderan û polîsan de derket.

Di aloziyê navbera xwepêşanderan û polîsê bajarê Qumê başûrê Tehranê, Polîs bi gaza rondikrêj bersiva xwepêşanderan dide.

Beşekî xwepêşanderan jî bo dema çend demjmêran bi pêxistina agir beşekî cadeyên bajarê xwe girtin.

Li bajarê Riştê bakurê Îranê xwepêşanderan diruşmên jin, jiyan, azadî dibêjin. Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşanderan beşekî cadeyan girt. Li bajarê Meşhedê rojavayê Îranê jî, xwepêşanderan diruşmên heyfhilanîna Jîna Emînî dibêjin. Herwiha li Tehranê jî bi çepiklêdanê xwepêşnder dijî polîs rawestiyane.

Karmendê sektora taybet Poya dibêje”Ez zilamek im li welatê sêyem ji dayik bûme û dibe daxwaziyên min berovajî daxwaziyên jinan bin. Lê jin jî wek mirov mafên wan heye, daxwaziyên wan hene, ku daxwaza wan dikin.”

Jin jî bi beşdarbûna zilaman di xwepêşandan de dilxweşin û daxwaz dikin mil bi mil daxwaza mafên xwe bikin.

Wênegir Ferîde got “Tu dikarî temaşeyî cadeyan bike û bibînî ku çend bi sedan ewên mil bi mil bi jinan re xwepêşandanê dikin, zilamin. Raste dibêjin jin, lê li gel her jinekê zilamek heye, ku şer dike û daxwaziyên wî hene.”

Li gor amarên nefermî, ji ber aloziya navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê, heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 17 kesan canên xwe ji dest dane, bi giştî jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 54 kesan canên xwe ji dest dane. Ev jî ji xeynî girtina bi sedên kesan li Rojhilatê Kurdistanê û zêdeyî 2500 kesan li seranserê Îranê.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir
3 rojnamegerên Kurd hatin girtin
Qaymeqamê Çemçemalê: Di êrişa Kormorê de 3 kuştî û 3 birîndar hene
Amerîkayê şewitandina ofîsên ENKSê şermezar kir
Serok Barzanî: Em bêyî tevlîbûna pêkhateyan beşdarî hilbijartinê nabin