Xwendekarên Zanîngeha Mûnzurê: Em li zanîngehê leşkeran naxwazin

.

Xwendekarên Zanîngeha Mûnzurê biryara veguhastina  Parêzgariya Dêrsimê û Dadgehê ya li nav zanîngehê protesto kir û got, “Em li zanîngehê polîs û leşkeran  naxwazin.”

Birêvebiriya Zanîngeha Mûnzurê meha îlonê biryar dabû ku Walîtî û Dadgeh derbasî avahiya pirtûkxaneyê ya zanîngehê bibin.

Xwendekaran ev biryar protesto kir.

Alî Sezer li ser navê xwendekaran axivî û got ku rektor ango birêvebirê zanîngehê nikare bêyî xwendekaran biryareke wiha bide û wiha domand:

“Ev biryar bêyî xwendekaran hatiye dayîn. Anîna walîtî û dadgehê ya nav zanîngehê li dijî xweseriya zanîngehan e û binpêkirina yasayan e.”

“Em li zanîngeha xwe çekdaran naxwazin”

Xwendekaran gotinên rektor ên wekî "Dê deriyên pirtûkxane û dadgehê cuda bin" qebûl nekirin û got:

"Em wekî xwendekar naxwazin li nav zanîngeha me polîs û leşker bi çek û unîformayan bigerin.

Em vê biryarê qebûl nakin û dixwazin rayedar dev ji vê biryarê berdin."

Piştî daxuyaniyê xwendekaran xwest bimeşin lê hêzên ewlehiyê yên taybet û polîsan rê neda wan.

Xwendekaran li hemberî vê astengiyê çalakiya rûniştinê kir û hêzên ewlehiyê midaxeleyî wan kir.

Kurdistan Haberleri

Reuters: Pakistanê 8 hezar serbaz û balafirên şer bo parastina Sûdiyeyê şandin
Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê