Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin

.

Xwendekarên zanîngehên Îranê li heyama rojên derbasbûyî de bi belavkirina daxuyaniyan û mangirtin û xwenîşandanan, dane xuya ku netenê ti pêngawekê paşekêşiyê nakin, belkû bivêrtir û pêdegirtir ji berê, li hember zordarî û tepeseriyê de, sekinîne.

Xwendekarên zanîngehên pizîşkî li sernaserê Îranê de bi awayekî berçav tevlî wan mangirtin û nerizayetiyan bûne û li vê dawiyê de bo piştevanîkirin li xwendekarên din ên zanistê pizîşkî, ceribandinên zanîngehê, anku çona ser îmtihanê baykot kirin.

Li vê derheqê de 29 zanîngehên pizîşkî li seranserê Îranê, ceribandinên zanîngehan baykot kirin û micidbûna xwe li ser îradeya xwe a serbixwe bo piştevanîkirin li xwendekaran û rawestan li hember bêdadî û tepeserkirina bi xwîn a xelkê ji aliyê rêjîmê ve dane xuya û ev baykotkirin wek “NE”yek bi rêjîma Îranê ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan