Xwendekarekî Kurd ji Neteweyên Yekbûyî xelat wergirt

.

Mihemed Nazim li welatê Îmaratê xelata dîplomasiya berceste ya Konferansa Model a Neteweyên Yekbûyî wergirt. 

Xwendekarekî Zanîngeha Soranê, li welatê Îmaratê xelata dîplomasiya berceste ya Konferansa Model a Neteweyên Yekbûyî wergirt.

Mihemed Nazim, xwendekarê pola çarem a beşa zimanê Îngilîzî yê li Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Soranê beşdarî Konferansa Model a Neteweyên Yekbûyî bû û piştî pêşkêşkirina gotar û encamdana çendîn hevdîtinan, weke dîplomatê berceste yê konferansê rêz lê hate girtin.

Li ser vê mijarê, Mihemed Nazim ji K24ê re ragihand; di konferansê de Xelata Dîplomasiya Berceste (Outstanding Diplomacy Awar) wergirtiye, ku xelata duyem a konferansê ye.

Nazim diyar kir ku ev konferans her sal birêve diçe û Neteweyên Yekbûyî piştevaniya wê dike. Herwiha destnîşan kir ku di konferansê de mijarên girîng ên cîhanê hatine gotûbêjkirin û ew jî weke nûnerê Kurdan bi cil û bergên Kurdî beşdar bûye.

Ji roja 17 heta 20ê Îlona 2021ê, bi amadebûna zêdetirî 200 xortên ji seranserê cîhanê, li welatê Îmaratê bajarê Dubey, Konferansa Model a Neteweyên Yekbûyî bo Ciwanên Ereb birêve çû.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin