“Xirxalê Peyvan”, rexne û nirxandin - Qado Şêrîn*

.

Qado Şêrîn

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin helbestvan, qaşo, yan jî hin in ji bo berjewendiyên xwe hinan dikin helbestvan, wek xwediyên sazî û rêxistinên nivîskaran, li ser kêfa xwe helbestvanên sûfîk û mirîd çêdikin. Em Medya Civakî ji bîr nekin, gelekî alîkariya vê diyardeyê dike, çimkî asta te çawa be, wê hin in hebin Like bidin û pesnê te bidin, belkû gelek naxwînin jî, lê hema dizanin bifîkînin. Egera sereke ku ev diyarde mezin û berfireh dibe, tunebûna rexnevanan e. Em bihewceyî rexnevanê mêr, dilszoz û rasteqîne ne.

Belê, dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim, lê nayê wê wateyê ku niha helbestvan in baş derneketine û wan naxwînim. Çi pirtûka dikeve destê min dixwînim, lê yê/ya nelayiqî helbest, rexne û nirxandinê be, li ser nanivîsim û xwe bi wê pirtûkê re erzan û nizim nakim.

Hefîz Ebdulrehman yek ji wan helbestvanaye ku tim dixwazim wî bixwînim, tecrubeya wî di nivîsandina helbestê de taybet e. Şert û mercên ku min ji bo helbesta nûjen danîne, li ba wî peyda dibin, ji ber wê bi eşq li bende pirtûka wî “Xirxalê Peyvan” bûm, çima?

Ji bo min helbest ew e: gotin, hevok û ziman hesan bin. Zimanê hesan jî nebes e, divê tije wêne be, ew wêne jî watedar bin. Ziman û wêne bi hevûdu re li deriyê hest û wicdanê mirov didin û peyama helbestê radigihînin, rola helbestê jî ew e. Êdî dema bixwînim divê li gotinan neterpilim û ji wêneyan necefilim. Ne li gel wan helbestvanan im ew ên gotinên zor û ferhengî bikartînin, ew bûye egera xelk wan nexwînin û nefretê ji helbestê bikin. Belkû gelek ji qestî jî wisa dikin daku, kesek ji wan fam neke û sûnc û guneh bidin xwendevan û bêjin: hûn li paş mane, pêwist e hûn asta xwe ya zimanî blind bikin. Ez li dijî vê nerîna çewt im, çimkî derfet tune û helbest ne wisa bi şert û merc tê nivîsandin. Helbestvanê rasteqîne ew e, yê bi kêmtirîn alav, bi hesantirîn û zelaltirîn wêne, û bi zimanê xelkê, helbesteke xweşik binivîse.

Hefîz Ebdulrehman wisa nekiriye, dîmen tarî nekiriye, belkû bi zimanê xelkê helbest nivîsandiye, lê ne axaftina normal e, helbest axaftina xelkê ye, lê ne axaftina normal e, wate; xelk ne wisa bi hevûdu re diaxivin, xurtbûna helbestvan jî di wê de ye. Çawa tu yê bi kêmtirîn alav helbestê binivîsî. Baştirîn nimûne ew e ku em bi vê helbestê destpêbikin, agahdarî ziman û wêne bin:

Denê şîrava wê,

Bi hemû zimanên xweşmezeyê,

Dilopan dike.

Û ez,

Kûrtirîn,

Bendewartirîn,

Û tihntirîn newal im.

Helbestek dikare ji gelek daxwiyaniyên siyasî bêtir bandorê bike, xurtir û bihêztir be. Daxwiyanî bi demê re diçe, winda dibe, lê helbest dimîne, rola helbestvan jî ew e ku. Pêwist e helbestvan  neferek ji civakê be, nêzîkî êş û azarên xelkê be, belkû divê ziman û çav û gotara xelkê be:

Wê rojê,

Efrîn,

Kobanê,

Dêrik,

Taxa Zorava,

Hemû xwişkên kurdnişîn,

Û kolanên Ewropa,

Hemî,

Li gorî diljena birînê,

Bi hev re gihiştin Qamişlo.

Wê rojê diwazdehê avdarê bû,

Roja şîn û rûmetê.

Êş û azarên civakê gelek in, xweşî û nexweşî, nakokî û pirsgirêk. Jiyana temam tune, hin kes jiyanê xweş dikin, hin jî reş dikin, hin ava dikin, hin jî wêran dikin. Ew dibistana hinan ava kir, hinan jî wêran kir, wisa jî ew mal, partî, febrîqe û tenûra me ava kir, bi pifekê ji xêrnexwazan wêran bûn:

Ew şax bi xwe,

Qurbaniyê bahoza vê êvarê bû,

Neçar,

Dava likumandinê,

Li pêşiya stiranên min,

Vedabû.

“Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane”. Mirov bi peyvan diaxivin, tiving jî bi guleyan diaxive, bandora axaftina tivingê yekser e, yekser dawiyê li jiyanê tîne. Belkû ji ber wê xelk hesaban jê dikin, neku jê ditirsin. Mirovê tiving pê re be, hêz li gel e, ew hertişt e, biryar û gotin a wî ye, tumaye, nahêle mirov jiyana xwe ya normal bijî, dikare bibe dagîrker:

Bajar, bajarê min bû,

Kolan, kolana min bû,

Hewş, hewşa min bû,

Tenê,

Ew cengawerê sêpiya tivingê,

Li ser birînên qurmê darezeytûnê,

Durustkiribû,

Ne ez bûm,

Û ne min ew nasdikir!

Helbest ew e ku bi kêmtirîn gotinan, name û raman û mijaran bi riya wêneyan bighînî xelkê. Rewşa xelkê bi şêwazeke axaftina ne normal derbibirî. Di payîzê de hertişt bilez diçe, tenê evîna ji dil a dûr û dirêj û berdewam hêmin û hêdî dimeşe:

Tenê,

Evîna cotê kalehevjînên dengnizim,

Di sakoyên temenî dirêj de,

Li şivîlên daristanê,

Tena – tena,

Dimeşiyan.

Me li jor nivîsand, helbestvanê rasteqîne ew e yê bi êş û azarên civakê re be, şaşiyan qebûl neke û mîna rexnevanekî dilsoz şaşiyan rexne bike. Hefîz di helbesta “Tava Sor“ de, hertiştî şil dibîne, û çi şil bimîne, kevz digre, û çi kevz girt û çareser nebû, wêran dibe, wê jî dike sûncê serkêş û rêberan. Ev rast e, ku rêber şaş çû, xerabî kir û di şaşiyan de berdewam kir, wê ji piçûktirîn sazî ta bi welat wêran bibin, wisa dibêje:

Belê, bê guman wê her tişt şil be,

Dema serkêş,

Şipya xiyanetê bimîzin!

Li seranserî cugrafiya welat,

Bi beliqînin!

Eger helbestvan di helbestekê tenê de ev mijara pêwis anîba ziman, wê bala me jî nekişanda û belkû me li ser nenivîsanda. Lê di helbesta “Serê Kanyê“ de, dîsa helbestvan wek rexnevanekî dilsoz û zikêş rexneyan dike, xelkê agahdar dike bê çi bû, çima wilo bû û şaşî û kêmanî çi bûn, serhişkiya me, ne li hevûdu guhdarîkirinê wilo anî serê Serê Kanyê:

Hîna,

Sîka hilçenîna we,

Sîka reva we,

Li stirî,

Kelem,

Û kevirê,

Riyên serhişkiya me,

Dilikumin.

Hîna,

Dengvedana hawar,

Nalîn,

Û gaziyên we,

Li ber dergehê bihîstina me,

Nivistîne.

Ne tim helbestvan serkeftî ji avjenîna di deryaya wêneyan de, rizgar dibe. Di rûpela 25an de, helbesta “Kelemê rojan“, wisa hatiye:

Bi moralekî xwas,

Bi tîpin porneşehkirî.

Bi texmîna min gotina “por“ zêde ye û lazim nedikir bihepişîne gotinê, dikarîbû tenê “bi tîpin neşehkirî“ deyne, dîsa wate wek xwe dima û tiştek kêm û zêde nedibû, çimkî wî xwestiye bêje bi wan tîpên belawela, nedarvekirî. Vêga ku binivîsanda `neşehkirî`, belkû xweşiktir ba jî. Helbest şiroveyan qebûl nake, belkû ji ber asta helbestê lawaz dike. Li dawiya helbesta “Dawîtirîn bender”, du hevokên dawî wisa hatine nivîsandin “Kincê fedyê ziwa mabûn, Şil nebûbûn”, bi texmîna min hevoka dawî zêde ye û hewce nedikir binivîse, ji ber hevoka berî wê wateyê têr dike û bes bû.

Pirtûk tije hest û helbest e, bi xwendina wê re şad û razî bûm. Eger hezkiryên helbestê bixwazin tiştekî baş bixwînin, ez berê wan didim vê pirtûkê.

Bi giştî jî dibêjim, dema min pirtûk xwend, geş bûm, çimkî helbest berdewam e, ji kilasîkan ta bi nûjenan. Kesek nikare inkar bike ku asta helbesta kilasîkên kurd nekêmî ya cîhanî ye, êdî helbet wê ya nûjen jî li ser eynî riyê û astê be, tenê em bihewceyî rexnevanên rasteqîne ne daku, ceh ji genim cuda bikin, û helbestvanan ji melbestvanan cuda bikin.

www.qadoserin.com

26-06-2025

 

 

Kurdistan Haberleri

Sûriye dixwaze tevlî peymana Îbrahîm bibe
35 hezar zarokên Ûkraynî wenda ne
Merz: Divê Îran vegere ser maseya danûstandinan
Reuters: Îsraîlê zêdetirî 40 zanyar û berpirsên payebilind ên Îranê kuştine
Pûtîn: Rûsya amade ye ji bo danûstandinên Ukraynayê li Stenbolê bicive