Wênesazê Kurd Xidir Ebdulkerîm di pêşbirkeke ku 244 hunermend tê de beşdar bûn de hêjayî "Xelata Hunermendên Kêmeneteweyan a Navneteweyî ya 2025an" hat dîtin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgiriyê dide wê.
Wênesaz û parêzvanê mafên mirovan Xidir Ebdulkerîmê ku li Almanyayê dijî, bû xwediyê yek ji xelatên bi prestîj ên civaka hunerê ya navneteweyî.
Pêşbirka 4emîn a Hunermendên Kêmeneteweyan a Navneteweyî ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), bi hevkariya Freemuse, Koma Mafên Kêmeneteweyan (Minority Rights Group) û Kantona Cenevreyê organîze kiribû bi dawî bû.
Di pêşbirka ku ji welatên cuda yên cîhanê 244 hunermend beşdar bûn de xelata mezin dan Xidir Ebdulkerîm.
Merasîma xelatê / Wêne: Xidir Ebdulkerîm
“Ez xelatê diyarî gelê xwe dikim”
Xidir Ebdulkerîmê ku ji bo merasîma xelatê li Cenevreyê ye, ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku wî serkeftina xwe diyarî gelê Kurd kiriye.
Hunermend destnîşan kir ku ew hunera xwe wekî amûrekê dibîne da ku mafên gelê xwe biparêze û got:
“Wekî hunermendekî Kurd ê ku bi tabloyên xwe mafên gel û miletê xwe diparêze, wergirtina vê xelata ku bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî tê dayîn ji bo min şerefeke mezin e.”
Ebdulkerîm diyar kir ku li ser pêşniyara hevalên xwe beşdarî pêşbirkê bûye û baweriya wî xurt bûye ku ew dê di organîzasyona ku beşên wêne, şano, wênegerî û dansê li xwe digire de bi ser bikeve.
Rejîma Esed ew ji hunerê qut kir
Ebdulkerîm sala 1967an li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û rêwîtiya wî ya hunerî dispêre rabirdûyeke dijwar.
Sala 1987an serî li Fakulteya Hunerên Bedew a Şamê da lê hê encam nehatibûn eşkerekirin bi tohmeta "gefa li ser ewlehiya dewletê" ji aliyê rejîma Hafiz Esed a wê demê ve hat girtin.
Mafê wî yê perwerdeyê ji destê wî hat standin û di nav de Zindana Sednayayê ya ku bi navûdengê xerab û Şaxa Filistînê jî, li navendên cuda bi giştî 6 salan girtî ma.
Tabloyeke Xidir Ebdulkerîm /Wêne: Xidir Ebdulkerîm
Di hucreyê de ji sindoqên sebzeyan peyker çêkirin
Hunermend sala 1993yan hat berdan û diyar kir ku wî di salên girtîgehê de jî eleqeya xwe ya ji bo hunerê winda nekiriye û wiha behs kir:
“Dema li girtîgehê bûm min bi amûrên sade yên ku min bi xwe amade kiribûn peyker çêdikirin.
Carinan min darên sindoqên sebzeyan ên ku dihatin dikolan û di wan şert û mercan de jî min hilberîn didomand.”
Tabloyeke Xidir Ebdulkerîm /Wêne: Xidir Ebdulkerîm
Li Almanyayê wekî penaber hunera xwe didomîne
Ebdulkerîm ji Muzeya Reqayê, Metropolîtiya Katolîk a Suryanî û Navenda Lêkolînên Mafên Mirovan a Emanê bawernameyên teqdîrê wergirtine û ji sala 2014an ve li bajarê Potsdamê ya Almanyayê wekî penaber dijî.
Rexnegir xebatên hunermend wekî “ne tenê estetîk, di heman demê de zimanekî xurt ê têkoşîna mafên mirovan û nasnameyê” dinirxînin.
Ebdulkerîm di berhemên xwe de nîşandana welatê xwe û bûyerên rojane yên civaka xwe didomîne.
RÛDAW