Xezal Mewlan li nexweşxaneyan nehatibû qebûlkirin: Wezaret ket dewrê

.

 Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê biryara lêkolînê li ser doza Xezal Mewlan da û ragihand, "Rêkarên yasayî yên tund dê bên girtin."

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê derbarê qebûlnekirina Xezal Mewlanê ya li nexweşxaneyan daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, Xezal Mewlan bi birîndarî ji Nexweşxaneya Şoreşê ya ser bi Saziya Tenduristiyê ya Pêşmerge ve ji bo Nexweşxaneya Bexşînê ya taybet hatiye şandin.

Lê belê ew nexweşxane amade nebûye ku rêkarên bijîşkî jê re bike û wê qebûl bike.

Ji ber vê yekê jî Xezal Mewlan canê xwe ji dest daye.

Dest bi lêkolînê hat kirin

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku ew rasterast bi Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê û Dozgeriya Giştî re di pêwendiyê de ne û wan derbarê dozê de lêkolîneke hûr û kûr daye destpêkirin.

Wezaretê tekezî li ser wê yekê kir ku ev kar li ser bingeha "Yasaya Mafên Nexweşan a Hejmar 4 a sala 2020î" tê kirin da ku her kes û aliyê ku kêmasî kiriye, bê cezakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev bûyer ti carî nayê qebûlkirin û rêkarên yasayî yên tund dê bên girtin."

Wezareta Tenduristiyê her wiha daxwaz ji sazî û dezgehên tenduristiyê kir ku di parastina canê welatiyan dûrî zextên siyasî, erkê xwe yê mirovî de bi cih bînin.

Kurdistan Haberleri

PDK: Heta demeke nediyar em civînên parlemana Iraqê baykot dikin
Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên hilbijartinan: Kurd çend kursiyan distînin?
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Ebûlxeyt civiyan
PWK: Tazîyeya hevalê me Fahrettîn Tutuncu li bajarê Wanê berdewam e
PWK: Di encama êrîşên Dewleta Îranê de sê şehîd û çend birîndarên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê hene