Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê xeta yekem a Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê veke.
Serpereştyarê Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê Endazyar Hêmin Nezîf ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Biryar e îro Birêz Serokwezîr di merasîmekê de bi fermî vekirina xeta yekem a projeyê ragihîne.”
Ji destpêka meha tîrmehê ve dest bi ceribandina xeta yekem a Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê hatibû kirin.
Ava xeta yekem a projeyê digihêje taxên Heştî Hesarok, Bineslawe, Daretû, Qetewî, Baxulminare û Jiyanê.
Bi giştî av digihêje taxên di nava sînorên şaredariyên çarem, pêncem û şeşem de.
Endazyar Hêmin Nezîf da zanîn ku xet temam bûye û ji sedî 95ê avê gihîştiye wan taxên ku jê sûdmend dibin.
Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê dikare di saetekê de 20 hezar metre sêgoşe avê ji bo Hewlêrê dabîn bike ku ev dike ji sedî 60ê pêdiviya Hewlêrê û ji sedî 40ê mayî jî bi rêya projeyên Îfrazê (yek, du, sê) tê dabînkirin.
Proje bi budceya nêzîkî 480 milyon dolarên Amerîkî tê bicihanîn.
Bi temambûna Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê re pirsgirêka kêmaviyê ya çend salan a Hewlêrê bi dawî bibe.
"Heta dawiya salê proje temam bibe"
Serpereştyarê Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê Hêmin Nezîf got:
“Biryar e heta dawiya salê proje bi giştî temam bibe.”
Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê ji xetên xwe yên cuda avê digihîne çar hewzên mezin û ji wir jî ji bo Hewlêrê tê şandin.
Beşeke Hewlêrê di demsala havînê de rastî pirsgirêka kêmaviyê tê.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 8ê Îlona 2024an hîmê Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê danîbû.
Niha ji bilî projeyên Îfrazê, Hewlêr pişta xwe bi ava bîran ve girê dide û piştî temambûna Projeya Awarte ya Avê ya Hewlêrê piraniya bîran dê werin girtin.