Xelkê Zaxoyê jibo yadkirina qurbanîyên Qamişlo mûm vêxist!

Di 29ê Tîrmehê saet di 19.00 de jî li Stockholmê dê ji bo şehîdên Qamişlo mûm bihên vêxistin

Hat ragehandin ku di şeva 28ê Tîrmehê de xelkê bajarokê Zaxoyê -başûrê Kurdistanê-  ji bo komkujîya Qamişloyê derketin kolanan û hevxemiya xwe anîne ziman. Ew ji bo yadkirina qurbaniyên komkujiya Qamişlo mûm vêxistin û dûrişmayên “Qamişlo ne bi tenê ye, Xelkê Zaxo bi te re ye Qamişlo” bilind kirin.

Di 27ê Tîrmehê de DAIŞê du êrîşên mezin li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîbû û di encama teqînê de 50 kesên sivîl miribûn  û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bibûn

 

Di 29ê Tîrmehê saet di 19.00 de jî li Stockholm Sergelstorgê ji alîyê Encûmana Kurdên Sûriyê li Swêdê (EKKS) xwepêşandinekê li dar dikeve;  ji bo şehîdên Qamişlo mûm bihên vêxistin û kiryara trorîstî bihê şermezarkirin.

Û her weha ji bo malbatên şehîdên Qamişlo hesabê alîlkarîyê hatîye vekirin.

PG: 900465-6
BG: 900-4656
SWISH: 123 680 23 42

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin