Bi sedan welatiyên Siwêdayê bi dirûşma “mafê çarenivîsê” xwenîşandaneke girseyî li dar xist.
Xwenîşanderan rewşa heyî red kir û xwest ku berpirsên tawan û binpêkirinên li dijî sivîlan werin darizandin.
Di xwenîşandanê de hinek kesan alên Durzî û Îsraîlê bilind kirin lê hinek xwenîşanderên din jî bilindkirina ala Îsraîlê şermezar kir.
"Daxwaza edaletê dikin"
Hinek xwenîşanderan jî wêneyên qurbaniyan û pankartên ku dirûşmên daxwaza edalet û tolestendinê li ser nivîsandî bûn, hilgirtin.
Xwenîşanderan tekezî li ser wê yekê kirin ku ew dê dev ji mafên qurbaniyan bernedin û heta daxwazên wan ên rewa pêk werin dê xwenîşandanên wan berdewam bikin.
Xwenîşanderan her wiha bal kişand ser pêwîstiya rêzgirtina li mafê xelkê Siwêdayê yê ji bo diyarkirina paşeroja xwe bêyî wesayeta ti aliyan û paşguhxistina daxwazên wan.
"Divê korîdorên mirovî werin vekirin"
Xwenîşanderan daxwaza vekirina lezgîn a korîdorên mirovî, rakirina dorpêça li ser herêmên xwe û avakirina pireke asmanî ji bo gihandina pêdiviyên bijîşkî û xwarinê kir.
Wan destnîşan kir ku rewşa mirovî karesatbar e û hema bêje kêmasiyeke tam a pêdiviyên bingehîn ên jiyanê heye.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Siwêdayê, piştî êrişa hovane ya çekdarên eşîrên Bedewî û hêzên wezaretên parastin û navxweyî yên di navbera 13 û 20ê Tîrmehê de, di 28ê Tîrmehê de jî rastî xwenîşandan û protestoyên berfireh hatibû.
Xwenîşandan li gelek bajar û gundan hatin lidarxistin, di nav de: Metan, El-Cuneyne, El-Qureya, Şehba, Salxad, Bekka, El-Kefr, Umm El-Rumman, Sehwet El-Xudr, El-Muneydire, Şeqqa, Erman, Malah, Resas, El-Meşqoq, Mefale, Dûma, Qenewat, Mucadel, Behm, Sema El-Berdan û Era.
Bi sedan sivîlên ji mezhebên cuda beşdarî protestoyan bûn û nerazîbûna xwe li hemberî binpêkarî û komkujiyên ku Hikûmeta Sûriyeyê yên li dijî niştecihan pêk anîne, nîşan da