Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike

.

Xelkê bajar û bajarokên Siwêdayê daketin qada û daxwaza vekişîna hêzên hikûmeta veguhêz ji gundên Siwêdayê kirin da ku şêniyên koçber vegerin gundên xwe.

Herwiha xelkê daxwaza berdana zarokên xweyên revandî kir ku di bûyerdên Tîrmeha borî de ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên ku êrîşên berdewam ên li ser bajar û gundewarên Siwêdayê şermezar dikin, hildan.

Li bajarê Şahba ya bakurê Siwêdayê jî bi dehan kesan li dijî dorpêça li ser bajar û gundewaran xwepêşandan kir û xwestin ku çarenûsa zarokên xwe yên revandî zanibin û girtî werin berdan.

Kurdistan Haberleri

Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye