Xelkê serhildêr ên bajarê Seqizê rijyane ser şeqaman

.

Xelkê azadîxwaz û bivêr ên bajarê “Seqiz”ê, şeva derbasbûyî ji nû ve li dijî rejîma Îranê rijyane ser şeqaman.

Şeva Duşemî 21ê Xakelêweya 1402an a Rojî, xelkê azadîxwaz û bivêr ên bajarê Seqizê piştî êrîşa kîmyayî ya rejîma Îranê bo ser xwendingehên keçan ên wî bajarî, rijyane ser şeqaman û bi dana dirûşmên li dijî rejîmê li hember hêzên çekdar ên rejîmê de rawestan.

Xortên bivêr ên bajarê Seqizê li şeqama “Mamosta” û sêrêya “Melekî”, bi hilkirina agir û dana dirûşmên wek “Jin Jiyan Azadî”, “Biherîfe desthilsata dîktator”, li hember hêzên çekdar ên rejîmê rawestan

Herwisa hêzên çekdar ên rejîmê bi çekên şer û bi armanca rûbirû bûn li hember xelkê azadîxwaz ên Seqizê, bajar milîtarîze kirin.

Hêjayê gotinê ye ku, di roja Yekşemî 20ê Xakelêweyê de li bajarê Seqizê, 6 xwendingehên keçan rastî êrîşên kîmyay yên rejîma Îranê hatin û bi sebeba jehrîbûnê 85 dersixwanên keç rakirin nexweşxaneyan û ku tendrustiya 20 ji wan dersxwanan di metirsiyê de ye

Bo şermezarkirina vê kiryara reş û byom a rejîmê, li 21ê Xakelêweyê de li seranserê bajarê Seqizê girve bi rê ve çû.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’