Rûdaw
Niştecihên Kobaniyê dibêjin ku bajarê wan di bin dorpêçê de ye û “komên çekdar dixwazin tola DAIŞê bistînin.”
Dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê didome.
Welatiyên li bajêr asê mane dibêjin ku înternet hatiye qutkirin, şêniyên gundan li çolan mane û metirsiya komkujiyê heye.
Gandî Kobanî yê welatiyê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê, beşdarî bultena saet 17:00an a Rûdawê bû û derbarê rewşa bajêr a ku ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin de zanyarî dan.
Gandî Kobanî ragihand ku rewşa bajêr gelekî xirab e û niha pirsgirêka înternetê jî çêbûye û got:
"Di dema nebûna elektrîk, av û nan de xelkê li ber xwe dida lê niha gihiştiye qonaxekê ku înternet jî li ser me qut kirine."
"Metirsiya komkujiyê heye"
Wî welatiyê Kobaniyê ji ber qutbûna înternetê hişyariya komkujiyê da û got:
"Em dixwazin dengê me bigihînin cîhanê ku di dorpêçê de komkujiyeke din çêdibe."
Li gorî gotina Gandî Kobanî, ji bo ku karibe bi Rûdawê re biaxive, bi rêya sîmkartekî Tirkiyeyê înternet çalak kiriye û çûye nêzîkî sînorê wî welatî û got:
"Em ji her çar aliyan ve hatine dorpêçkirin. Nan, av, elektrîk û şîrê zarokan, tiştek peyda nabe."
Bi sedan malbat li çolê ne
Wekî ku ew welatî dibêje, îro jî ji ber şer û pevçûnan koçberbûna xelkê gundan û çûna wan a ber bi Kobaniyê ve berdewam kiriye
Bi gotina wî, "Bi sedan malbat ji Bexbetan, Saqê, Şêxler û Sirînê hatine Kobaniyê û niha di vê serma û seqemê de li çolê dimînin."
Ew herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn, çend roj in rûbirûyê rewşeke leşkerî, ewlehiyê û têkçûna bilez a rewşa mirovî bûne û tevî dorpêçan, hemû xizmetguzarî li ser Kobaniyê hatine qutkirin.