Xelîlzad: "Kurd miletekî çê ye"

Dostaniyeke xurt di navbera gelê Kurd û gelê Amerîka û di navbera Kurdistan û Amerîkayê de geş bibe û berhemdar be û bibe realîteyek bo navçe û cîhanê jî.

Kitêba nû ya Xelîlzad bi navê “Şander: Ji Kabulê bo Koşka Spî, geşta min di cîhaneke têkdayî de” çap bû. Kitêb çîroka civînên eşkere û nihênî yên Xelîlzad bi berpirsên Koşka Spî re, dariştina siyaseta derve ya Amerîkayê, civînên bi berpirsên welatên Rojhilata Navîn û Rojhilata Asyayê vedibêje.

Kurd miletekî çê ye

Kurd miletekî çê ye. Demeke dijwar derbas kirine û dîrokê jî hevkariya wan nekir. Nemaze serdema me ya dawî. Ew di navbera çend welatan de dabeş bûn. Kurd miletekî bê welat in û gelek zehmetî dîtine. Li herêma kurdî ya Iraqê derfetek hebû ku Kurdistaneke nû dirust bikin û demokratir, pêşketîtir û azadtir bin.

Hêvî û tikaya min ew e ku ew xewnên ku me hemûyan piştî êrişên 2003 behs kir, pêk bên. Ez dilgiran im ji wan kêşeyên siyasî yên ku ez dibînim hene. Ez dilgiran im ji nakokî û kêşeyên aborî yên Kurdistanê. Herwiha ez dilgiran im ku pêwistiya hin saziyan bi reforman heye û reform jî bi sistî ber bi pêş ve diçin.

Lê di aliyê stratejî de, ez geşbîn im ku xewna miletekî wiha çê, ku gelek zehmetî dîtiye, bo azadî û pêşketina siyasî û aborî pêk bê. Dostaniyeke xurt di navbera gelê Kurd û gelê Amerîka û di navbera Kurdistan û Amerîkayê de geş bibe û berhemdar be û bibe realîteyek bo navçe û cîhanê jî. 

Berdewam
http://rudaw.net/kurmanci/world/140520161

HEVPEYVÎN Haberleri

Bi Seîd VEROJ re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan  (1913 -1923)
Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê: Ez û hevjînê xwe em Kurd in
Lêkolîn: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsa Kurd e
ENKS û PYNKê danûstaninên derbarê 'rêveberîya hevbeş' de destpê kirin
Amed Bozan xelata artîstê herî baş a Kristall stand