Xelatên 5emîn a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê de zêdetirî 150 îlm fîlman hatin nîşandan û ji aliyê xelkê ve bi eleqeyeke mezin hatin temaşekirin.
Festîvalê gelek mêvanên xwecihî û biyanî anîn cem hev.
Rûdaw sponsora medyayî ya fermî ya festîvalê bû.
Tora Medyayî ya Rûdawê wekî sponsora medyayî ya fermî ya festîvalê ye û bi 31 belgefîlman beşdarî festîvalê bû.
Salona yekem a City Cinemayê bi taybetî ji bo berhemên Rûdawê hatibû veqetandin.
Çalakiyên Festîvala 5emîn a Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê bi dirûşma "Çanda Kurdî û Zimanê Dayîkê" 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an dest pê kiribû û îşev bi dawî bû û xelatên festîvalê hatin diyarkirin.
19 xelat li fîlm û akterên serketî hatin dayîn.
Rûdaw, wekî sponserê medyayî yê festîvalê, lîsteya serkeftiyan belav dike ku ew jî wisa ne:
Xelata Senaryoya Herî Baş: Sakar Osman ji bo fîlma Qeyfeya Sor
Xelata Kurtefîlma Navxweyî ya Ciwanan a Herî Baş: Fîlma Belema Min a Kaxezî
Xelata Rêzgirtina Taybet: Fîlmên 1 Milyon Dolar û Pêş Nîmayîş
Xelata Belgefîlma Navneteweyî ya Herî Baş: Fîlma Dayika Mezin û Masî
Xelata Rêzgirtina Taybet a Belgefîlma Navneteweyî: Fîlma Jinên Bissau
Xelata Belgefîlma Navxweyî ya Herî Baş: Fîlma Hebîbulah
Xelata Kurtefîlma Navneteweyî ya Herî Baş: Fîlma Morî
Xelata Rêzgirtina Taybet a Kurtefîlma Navneteweyî: Fîlmên 'Katarsis' û 'Rê'
Xelata Rêzgirtina Taybet a Kurtefîlma Navxweyî: Fîlmên Xwekuştina bi Şêwaza Nîçeyî û Malî
Xelata Kurtefîlma Navxweyî ya Herî Baş: Fîlma Kûr
Xelata Sînematorgrafiya Fîlma Dirêj a Navneteweyî ya Herî Baş: Sesar Gutierrez Miranda ji bo fîlma 'Nabe Bê Veguhastin
Xelata Senaryoya Fîlma Dirêj a Navneteweyî ya Herî Baş: Mehmûd Kelarî ji bo fîlma Dema Havînê
Xelata Taybet a Juriyê ji bo Akterê Kur: Ji bo fîlma 'Rêwîtiyek bo Erdê Tarhumara
Xelata Akterê Kur ê Herî Baş di Fîlma Dirêj a Navneteweyî de: Ekon Rizvanolî ji bo fîlma 'Birca Hêzê
Xelata Rêzgirtina Taybet ji bo Aktera Keç: Semîra Hesenpûr ji bo fîlma 6ê Sibehê
Xelata Aktera Keç a Herî Baş di Fîlma Dirêj a Navneteweyî de: Luisa Huertas ji bo fîlma Nabe Bê Veguhastin
Xelata Derhênerê Herî Baş di Fîlma Dirêj a Navneteweyî de: Pierre Saint Martin ji bo fîlma Nabe Bê Veguhastin
Xelata Fîlma Dirêj a Navneteweyî ya Herî Baş: Fîlma Nabe Bê Veguhastin
Xelata Sînematorgrafiya Fîlma Dirêj a Navxweyî ya Herî Baş: Salim Selewatî ji bo fîlma Zeviya Zehmet û Esmanê Dûr
Xelata Senaryoya Fîlma Dirêj a Navxweyî ya Herî Baş: Ayşe Polat ji bo fîlma Li Cihê Nedîtbar
Xelata Aktera Keç a Herî Baş di Fîlma Dirêj a Navxweyî de: Meryem Bobanî ji bo fîlma Zeviya Zehmet û Esmanê Dûr
Xelata Derhênerê Herî Baş di Fîlma Dirêj a Navxweyî de: Hawraz Mihemed ji bo fîlma 'Zeviya Zehmet û Esmanê Dûr
Xelata Juriyê di Fîlma Dirêj a Navxweyî de: Fîlma Li Cihê Nedîtbar
Xelata Fîlma Dirêj a Navxweyî ya Herî Baş: Fîlma Zeviya Zehmet û Esmanê Dûr
Rûdaw