Xanna Omerxalî wekî yek ji '100 Aqilên Herî Girîng ên Berlînê' hat hilbijartin

.

Profesora Kurd Xanna Omerxalî ku li Zanîngeha Azad a Berlînê (Freie Universität Berlin) di beşa Zanistên Îranî û Kurdî de dersan dide, wekî yek ji "100 Aqilên Herî Girîng ên Zanistê ya Berlîn 2025" hat hilbijartin.

Ev xelata bi prestîj ji aliyê rojnameya navdar a Almanî Der Tagesspiegel ve tê dayîn û xebatên pêşeng ên Omerxaliyê yên di warê Kurdolojî û lêkolînên li ser kêmîneyên olî, bi taybetî Êzidiyan de, dinirxîne.

"Ji ber xebatên li ser maf û edaletê hat xelatkirin"

Rojnameya Der Tagesspiegel di nirxandina xwe de Xanna Omerxaliyê wekî zanyareke ku bi pirsên bingehîn ên maf û edaletê re mijûl dibe û ji bo zanista azad kar dike û wê dide nasîn.

Rojnameyê her wiha tekez kir ku ew di nav zanyarên sereke yên qada Kurdolojiyê de tê hesibandin.

Xelata Cemal Nebez jî wergirtibû

Serkeftinên Profesor Omerxaliyê ne tenê bi vê yekê sînordar in.

Di heman salê de, xebatên wê bi "Xelata Cemal Nebez 2025"an jî hatibûn xelatkirin.

Di daxuyaniya jûriyê de hatibû gotin, "Berxwedana wê ya bêwestan a ji bo tradisyona Êzidiyan, dengê Êzidiyan û berxwedana wan a di nav komkujiyê de xurt kiriye."

Xanna Omerxalî kî ye?

Prof. Dr. Xanna Omerxalî (Khanna Omarkhali), akademîsyena Kurda Êzidî ya ku bi xebatên xwe yên di warê Kurdolojî û lêkolînên li ser ola Kurdên Êzidiyan de li cîhanê tê naskirin, wekî yek ji "100 Aqilên Herî Girîng ên Zanistê ya Berlîn 2025" hat hilbijartin. Ev serkeftin, rêwîtiya wê ya zanistî ya ku ji Rewanê dest pê kir û gihîşt zanîngehên herî bi prestîj ên Ewropayê, careke din anî rojevê.

Rêwîtiyeke Zanistî: Ji Rewanê heta Petersburg û Berlînê

Xanna Omerxalî di sala 1981ê de li paytexta Ermenistanê Rewanê, di nav malbateke Kurdên Êzidî ya ji mala Pîrên Omerxalî de ji dayîk bû.

Rêwîtiya wê ya akademîk li Zanîngeha Dewletê ya Sankt Petersburgê dest pê kir.

Li Fakulteya Rojhilatnasiyê, di sala 2002an de beşa Îrannasî û Kurdnasiyê qedand û lîsansa xwe wergirt. Di sala 2004an de jî li heman zanîngehê mastera xwe temam kir.

Omerxalî xebatên xwe yên akademîk bi doktorayekê berdewam kir û di sala 2006an de li Fakulteya Felsefe û Siyasetê ya heman zanîngehê, doktoraya xwe ya li ser ola Kurdên Êzidî bi dest xist.

Ezmûna akademîk û berhemên girîng

Xanna Omerxalî piştî qedandina doktorayê, di navbera salên 2005-2007an de li Zanîngeha Georg-August a Göttingenê (Georg-August Universität Göttingen) li ser zimanê Kurdî û Zimanê Qewlên Êzidiyan ders dan.

Niha ew wekî Profesor li beşa Zanistên Îranî û Kurdî ya Zanîngeha Azad a Berlînê (Freie Universität Berlin) karê xwe yê akademîk didomîne.

Heta niha nêzîkî 20 gotarên wê yên zanistî derbarê bîr û baweriya ola Êzidiyan de bi zimanên Rûsî, Îngilîzî û Kurdî hatine weşandin.

Pirtûka wê ya bi navê "Êzdiyatî, ji kûrahiya hezarsalan" di sala 2005an de bi zimanê Rûsî li Sankt Petersburgê çap bû.

Hin ji berhemên wê yên din ên girîng ev in:

Êzdiyatî, Civak, Sembol, Rîtûel (2007)

Kurdish Reader: Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji (2011)

Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream (2014)

The Yezidi Religious Textual Tradition: From Oral to Written (2017)

Kurdistan Haberleri

Ji welêt dûr lê dil nêzik: Komeleyên Kurdan alîkariyê digihînin Rojava
Dostê Kurdan Gerard Chaliand hat bibîranîn: Pêwîst e Kurd li dostên xwe xwedî derkevin
Agirekî mezin li benzînxaneya Hewlêrê derket: Avahiyên derdorê zerar dîtin
Hemasê bersiv da Trump
Komên çekdar navên xwe guhertine û tevlî hilbijartinan dibin