Mucteba Xamineyî ji bo salvegera destpêkirina kar û xebatan a Parlamentoya Îranê peyamek belav kir.
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî ji aliyên siyasî û parlamenteran xwest ku nakokiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî.
Mucteba Xamineyî tekezî li “parastina yekrêziya niştimanî kir ku ji bo rûbirûbûna zextên derve faktoreke sereke ye.”
Medyaya Îranê peyama Mucteba Xamineyî bi nivîskî belav kir.
Xamineyî di peyamê de gotiye:
"Nexşeya paşerojê ya neyarên Îranê ya piştî şer û zextên aborî, çêkirina dubendî û parçekirina civakê ye.
Loma pêwîst e hêzên siyasî rê li ber wê yekê bigirin ku cudahî veguherin tundiyê."
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ji Parlamentoyê xwest ku bi hikûmet û desthilata dadweriyê re stratejiya aboriya berxwedanê bikin karnameya xwe ya sereke û diyar kir ku divê ev yek di bin siya yekrêzî û asayîşa niştimanî de bê kirin.
Bernameya 7an a Bipêşketinê
Xamineyî xwest ku di stratejiyê de çareserkirina rewşa piştî şer karê sereke be û anî ziman:
"Pêwîst e Bernameya 7an a Bipêşketinê were sererastkirin.
Divê xalên taybet ên li ser nûjenkirina zererên şer tê de cih bigirin."
Bernameya 7an a Bipêşketinê, stratejî û nexşerêya 5 salî ya aborî, civakî û çandî ya Komara Îslamî ya Îranê ye.
Ev bername ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin û ji bo pesendkirinê şandine parlamentoyê.
"Dîplomasiya parlamentoyê bi pêş bixin"
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê daxwaza aramiya navxwe kir û destnîşan kir:
"Pêwîst e bal were kişandin ser kontrolkirina enflasyonê, bilindkirina nirxê tumen û çareserkirina debara xelkê."
Xamineyî di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser dîplomasî û yekrêziya niştimanî û eşkere kir ku divê dîplomasiya parlamentoyê bi pêş bikeve û berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyên partiyan û herêman re were girtin û got:
"Divê li hemberî hêzên derve helwesta hemûyan zelal be."
RÛDAW