Xamîney ji ber xwepêşandanên li Îranê Emerîkayê sûcdar dike

Serkirdeyê Bilind ê Îranê Amerîka û hevalbendên wê bi gurkirina xwepêşandanên Îranê tawanbar kirin.

Televizyona dewletê ji ser zimanê Ayetullah Elî Xamîneyî ragihand ku Amerîkayê ligel hin hêzên herêmî koalisyonek çêkiriye  ku "nikare Îranê têk bibe."

Xamîneyî di nava wê "koalisyonê" de ti welat binav nekirin lê îdîa kir ku ew fişara aborî dide ser Îranê "welêt ji sîstemê cuda bike.”

Ew dibêje:

“Eger Amerîka karîba zorê bide ser sîstema Îslamî, wê pêwîstî bi duristkirina koalisyonekê ligel welatên xerab ên herêmê nebû ji bo gurkirina tevlihevî û neewlehiyê li Îranê.”

Hefteya borî, hin girteyên vîdyo li ser internet nîşan dan çawa polîs gaza rondikrêj davêje xwepêşanderên ku ji ber rewşa aborî ya têkçûyî derketibûn xwepêşandanan.

 

(voa)

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê