Xamaney: Moşekên me dikarin balafirên Amerîkayê bînin xwar!  

.

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney got ku niha moşekên Îranê dikarin balafirên Amerîkayê yên li herêmê sînor derbas bikin bixin xwar.

Elî Xamaney êrîşa li Iraqê ya ser baregeha Amerîkayê bibîr xist û got: “Moşekên me binkeya Eyn Esed bombebaran kirin, niha dijmin vê hêza me gelek cidî werdigrin.”

Xamaney herwiha biryara Parlamentoya Iranê ya zêdekirina rêjeya ûranyumê ji sedî 20 weke biryareke rast û mentiqî bi nav kir û wiha axivî:

“Dema aliyê li hember, pabendiyên xwe bicih bike, Îran wê demê dê ji kêmkirina pabendiyên xwe li hember rêkeftina nukleerî paşve vekişe. Siyaseta me pabendbûna li hember pabendbûnê ye.”

Xamaney got: “Em li benda qerebûkirina zirarên xwe ne ji ber encamên sizayan di qonaxên bê de. Dema siza nemîne û Washington vegere rêkeftinê.”

Elî Xamaney herwiha daxwaz kir ku Amerîka û dewletên Rojavayî dorpêça ser Îranê rakin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin