Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin

.

Xalid Ezîzî, Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li çarçêweya serdanên siyasî û dîplomatîkên xwe bo Amerîka, li duyemîn kombûna xwe ligel rojnamevanên Amerîkî, tekezî xiste ser guhertinên peywendîdar bi Îran, Kurdistan û rewşa deverê.

Di vê kombûnê de ku bi amadebûna peyamnêrên Rojname, govar, kanalên Televîzyonî û malperên Amerîkî birêve çû, Ezîzî helwêst û dîtingeha Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê rohin kir.

Navbirî li gotinên xwe de sipasiya her cure hevkarî û piştgîriya rohin a Tiramp kir ku li pêxema pêşvebirina piroseya Demokrasiyê li Îranê  de kir û eva wekî pêngavek girîng li pêvajoya  guhertinên siyasî ên welat, da xûya.

Berdevkê hizba Demokrat tekezî li ser amadehiya vê hizbê kir ku bo berdewam bûn li hewlan di pêxema bidestxistina armancên demokrasîxiwazan, cêhgirkirina aştî û gihiştin bi mafên siyasiye Kurd di Îranê de kir.

Di dawiya kombûnê de, Xalid Ezîzî bersiva pirsên nûçegihanan hember bi guhertinên siyasî ên Îranê, rewşa Kurdistan û rola hêzên opozisyon li pêşeroja siyasî a Îranê de dan.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan