Xaça Sor: Em çarenivîsa windayên li Helebê dişopînin

.

Berdevkê Şaxa Sûriyeyê yê Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî Ferîd Hemîd, di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de, agahiyên dawî yên derbarê çalakiyên xwe yên mirovî û çarenivîsa windayên li herêmên Kurdan eşkere kirin.

Berdevkê Şaxa Sûriyeyê ya Xaça Sor ragihand, wekî rêxistineke mirovî ya bêalî û serbixwe, karên wan girêdayî hebûna rêyeke ewle û bêasteng e ji bo gihîştina mexdûran.

Ji bo vê armancê jî ew bi hemû wan aliyên ku xwedî desthilat an jî bandor in li herêmên ziyan dîtine re di diyalogê de ne.

Ew her wiha alîkariyên xwe tenê li ser bingeha pêwîstiyê û bêyî cudahiyê belav dikin.

Alîkariyên tenduristiyê û rewşa mirovî ya li Kobanî û Helebê

Wekî ku Ferîd Hemîd dibêje, di çend hefteyên borî de û li gorî rewşê, Xaça Sor bi hevahengiya Heyva Sor a Sûriyeyê, alîkariya lezgîn gihandiye bajarê Helebê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê.

Wan pêdiviyên tenduristiyê ji bo Nexweşxaneya Razî dabîn kirine ku têrî dermankirina 50 birîndarên giran dike.

Her wiha komeke dermanên tenduristiya destpêkê pêşkêşî klînîka pirpîsporî ya Şêx Meqsûdê kirine ku pêdiviyên 10 hezar kesî ji bo 3 mehan dabîn dike.

Li gel vê yekê, wan 5 çenteyên alîkariya destpêkê jî dane tîmên Wezareta Tenduristiyê ku têrî 100 birîndarên giran dikin.

Li gorî gotinên Ferîd Hemîd, li nav bajarê Helebê, Xaça Sor 300 betanî li nexweşxaneyên Razî û Zanîngeha Helebê belav kirine.

Di 12 navendên hevpar ên ku koçberên ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê lê dimînin de, karên nûjenkirina kanalîzasyonê û belavkirina kel û pelên paqijiyê kirine.

Di heman demê de, bi dabînkirina 25 ton madeyên paqijkirina avê, piştgirî daye stasyona ava Xefsê.

Berdevkê rêxistinê derbarê herêma Kobaniyê de got ku wan kariye 3 hezar selikên xwarinê, 2 hezar beş birinc, 3 hezar betanî, 24 hezar şûşeyên ava vexwarinê û hezar lampayên ku bi enerjiya rojê dixebitin li malbatên hejar belav bikin.

Dosyeya hestiyar a winda û girtiyan

Ferîd Hemîd derbarê dosyeya winda û wan nûçeyên ku qal dikin ku zêdetirî 250 kesî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê winda ne got, ew ji van nûçeyan agahdar in û li gorî madeyên Peymana Cenevreyê kar dikin ji bo eşkerekirina çarenivîsa winda û vegerandina pêwendiya di navbera malbatan de.

Lê ji ber sifatê nepenî yê karên xwe, nikarin amarên diyarkirî piştrast bikin.

Berdevkê rêxistinê got, "Xaça Sor ji bo gihîştina navendên desteserkirinê bi hêzan re di diyalogeke berdewam de ye û em daxwaza miameleya mirovî ya guncav ji bo girtiyan dikin."

Wî her wiha amaje bi wê yekê kir ku li gorî yasaya navneteweyî divê karmendên tenduristiyê bêne parastin, lê Xaça Sor desthilata berdana girtiyan nîne.

Dabînkirina avê li Hesekê û hevahengiya bi rêxistinan re

Ferîd Hemîd ji Rûdawê re got, li parêzgeha Hesekê, rêxistinê tîmên xwe zêde kirine û rojane 1,300 metrên sêca av ji bo 176 tankerên li ser cadeyan dabîn dike ku sûdê digihîne 100 hezar kesî.

Hemîd da zanîn ku wan ji bo 4 navendên koçberan ava vexwarinê dabîn kiriye û alîkariya xwarin û kel û pelên malê jî li malbatên Kampa Newrozê û yên nav bajarê Hesekê belav kiriye.

Ferîd Hemîd wiha pê de çû, "Xaça Sor li Sûriyeyê bi fermî tenê bi Heyva Sor a Sûriyeyê re dixebite.

Lê belê di dema pêwîst de bi rêxistinên din ên xwecihî û navneteweyî re jî hevahengiyê dike da ku alîkarî bigihîjin herêmên Kurdan û hemû çalakiyên xwe jî ji ajandayên siyasî dûr digire."

Kurdistan Haberleri

"Meseleyên Evînê" Çap Bû
LÊKOLÎN - Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê gihişt ji sedî 99an
Herêma Kurdistanê û Amerîka tekezî li ser çaksaziya hêzên Pêşmerge dikin
Perdeya li pişt gotûbêjan: Îran li beramberî rakirina sizayan çi dide?
Sûriyeyê dest bi valakirina Kampa Holê kir