Tê angaştkirin ku welatên Kendavê her roja ku diçe nêzîkî êrişeke leşkerî ya li ser Îranê dibin.
Her wiha hat gotin ku wan piştgiriya xwe ya ji bo Amerîkayê gav bi gav zêdetir kiriye.
Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) nûçeyek belav kir.
Rojnameyê agahiyên xwe sipartin çavkaniyên ku agahiya wan ji mijarê heye.
Li gorî nûçeyê, welatên hevpeymanên Amerîkayê yên li Kendavê, her roj nêzîktir dibin ku beşdarî êrişên leşkerî bibin.
Hat gotin ku welatên Kendavê piştgiriya êrişên hewayî yên Amerîkayê dikin lê heta niha rasterast nakevine nav şer.
Çavkaniyan diyar kir ku Erebistana Siûdî destûr daye ku hêzên Amerîkayê Baregeha Hewayî ya Melîk Fehd bi kar bînin.
Ev biryar li dijî daxuyaniyên berê yên Riyadê ye.
Riyadê berê eşkere kiribû ku ew dê destûrê nedin baregeh an jî asmanê wan ji bo êrişên li ser Îranê bê bikaranîn.
Biryara Mihemed bîn Selman û Îmaratê
Çavkaniyên nêzîkî mijarê ragihand ku Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman nêzîkî biryara beşdarbûna şer e.
Hat gotin ku beşdarbûna Keyaniyê (Erebistana Siûdî) ya di şer de tenê "meseleya demê" ye.
Li aliyê din, tê gotin ku Îmarat jî li ser mijara şandina artêşa xwe ya nav qada şer nîqaşan dike.
Girtina navendên Îranê yên li Dubaiyê
Di nûçeyê de hat angaştkirin ku li Dubaiyê Nexweşxaneya Îranê û Kluba Îranê hatine girtin.
Xetên pêwendiyê bi temamî hatine birîn. Sedema van pêngavan wekî fikarên ewlehiyê yên li ser saziyên Îranê hatin nîşandan.
Berpirsên Ereb diyar dikin ku serokên Erebistana Siûdî û Îmaratê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re her tim dicivin.
Wan ji bo lawazkirina şiyana leşkerî ya Îranê zext li Trump kiriye.
Artêşa Amerîkayê derbarê piştgiriya welatên Kendavê de ti şîrove nekir.
Artêşê diyar kir ku divê daxuyanî ji aliyê welatên pêwendîdar ve bêne dayîn.