WSJ: Amerîka hemû leşkerên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne

.

Li gorî raporeke medyayê, Amerîka plan dike ku di nava du mehên bê de hemû hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Tê gotin hejmara wan leşkeran nêzîkî hezar kesî ye.

Rojnameya "The Wall Street Journal" a Amerîkayê ragihand ku Washingtonê biryar daye dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê bîne.

Ev gav piştî wê yekê tê ku hikûmeta Şamê kariye piraniya axa welêt kontrol bike.

Her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê jî li ser entegrasyonê li hev kiribû.

Baregeh tên valakirin

Ev biryara Washingtonê ne tenê li ser kaxezê ye lê li ser erdê jî hinek gav hatine avêtin.

Hefteya borî artêşa Amerîkayê baregehên "Tenef" û "Şedadî" vala kirin.

Ev her du baregeh ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo şerê li dijî DAIŞê stratejîk bûn.

Amerîkayê hevdem li gel plana vekişînê, pêvajoyeke berfireh a veguhestina çekdarên DAIŞê ya ji Sûriyeyê ji bo nav axa Îraqê dest pê kiriye.

Gefa li ser Îranê

Vekişîna ji Sûriyeyeyê nayê wateya aramkirina herêmê.

Berovajî wê, Amerîkayê hêzeke zêde li Rojhilata Navîn kom kiriye.

Berpirsên Washingtonê hişyariyê didin Tehranê ku eger şert û mercên wan qebûl neke, dê rûbirûyî êrişeke leşkerî bibe.

Medyaya Amerîkayê behsa wê yekê dike ku artêşa welêt hemû amadekarî kirine da ku dawiya vê hefteyê êrişî Îranê bike.

Lê biryara dawî di destê Serokê Amerîkayê Donald Trump de ye û wî heta niha ew biryar mohr nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan