WP: Sûrîye dikare parçe bibe, belkî jî bûye!

.

Dibe ku Sûrîye hilweşîya ye. Kêmîneyên civakî yên wekî Kurd, Durzî û Elewî li hember desthilatdariya navendî ya piştî ruxandina rejîma Esed hatiye ser kar, li ber xwe didin.

Rojnameya Washington Post a Amerîkî bi sernavê "Ma Sûrîye dikare ji hev belav bibe? Kêmîneyên tirsonek li hember hewla serokê nû ya ji bo kontrolê li ber xwe didin" analîzek belav kir.

Li Hermonê dîwarê tirsê rabû

Li gorî WPyê li derdora Arnah, bajarokekî Druzî yê li ser çiyayê Hermonê, ‘dîwarê tirsê’ rabûye.

Li Arnah û herêmên din ên ku kêmîneyên civakî lê dijîn, hikûmeta Sunî ya Serokomarê qonaxa veguhêz Ehmed Şera, wekî xeterekê tê dîtin.

Ev yek ji bo rêveberiya nû, ku sala borî piştî hilweşandina Beşar el-Esed hat ser desthilatê û soza yekkirina Sûrîyeyê da, dibe sedemê serêşiyeke mezin.

Dengên nenavendîbûnê gur dibin

Niha li şûna yekxistinê, parçebûn li seranserê welêt kûr dibe. Washington Post, bibîr dixe ku civaka li çiyayên Durzî ya başûr û rojava, li herêmên Elewî yên peravê û li herêmên Kurd ên bakurê rojhilat, daxwazên xweserî û nenavendîbûnê gur dibin.

Di deshilata Şara şikestin xwar

Washington Post, balê dikişîne ser ku hovîtiyên li herêma peravê yên ser Elewiyên Sûrîyeyê, rewş ronû kiriye û herwiha êrîşên ser Durziyên Siwêdayê jî helwesta rejîma nû ya ketiye şûna rejîma Esed eşkere kiriye.

Giliyên Druzî, Elewî, Kurd û yên din ên ku zêde dibin, nîşan didin ku di vîzyona Şara ya desthilatdariya navendî de şikestin hene.

Çavkanî: Peyama Kurd

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên