WHOyê zêdetirî 45 tonan alîkarî gihandin Rojavayê Kurdistanê

.

 Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand, di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo piştgiriya sektora tenduristiyê ya li Rojavayê Kurdistanê, wan gelek pêdivî û kelûpelên bijîşkî gihandine herêmê ku dê bibe alîkar ji bo kêmkirina givaşên li ser nexweşxaneyan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî da zanîn ku wan zêdetirî 190 pakêtên kelûpelên tenduristiyê yên lezgîn gihandine herêmê.

Giraniya alîkariyan 45.2 ton e û têra çareseriya bijîşkî ya nêzîkî 236 hezar û 118 kesan dike.

Dermanên nexweşiyên kronîk

WHOyê amaje bi wê yekê kir ku ew alîkarî; kelûpelên tenduristiya bilez, neştergerî û dermanan li xwe digirin, bi taybetî derman û pêdiviyên ji bo nexweşiyên kronîk.

Ev yek ji bo wan nexweşxane û binkeyên tenduristiyê alîkar e ku di bin givaşa berdewam a nexweşan de ne.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî aşkere kir ku ew pêdiviyên bijîşkî, bi rêya korîdorên mirovî gihîştine Heleb, Dêrezor, Reqa, Qamişlo û Kobaniyê.

Ev jî ji bo piştgiriya bersivdana bilez û berdewamiya çavdêriya tenduristiyê ye, ji bo wan civakên ku pêdiviya wan pê heye.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan