WHO 32 ton alîkarî ji Rojavayê Kurdistanê re şand

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî alîkarîyên bijîşkî bo Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûrîyê şandine.

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Desteya Tendirustîyê ya Rêveberîya Xweser, Ciwan Mistefa ji Rûdawê re ragihand, ku Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) karwaneke alîkarîyên bijîşkî ku ji 32 ton kelûpelan pêktê, ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê ji bakurê rojhilatê Sûrîyê re şand.

Ciwan Mistefa da zanîn, ku ew karwana alîkarîyan alîkarîyan gihîşt balafirxaneya Hewlêrê û ji wê derê ve bo Şamê û paşê Desteya Tendirustîyê ya Rêveberîya Xweser pişka xwe ji waan alîkarîyan wergirt.

Ciwan Mistefa dîyar kir, ku heta niha WHO 3ê barên alîkarîyên mirovî û pizîşkî ji navçeyên di bin desthilata Rêveberîya Xweser re şandine.

Mistefa dîyar kir: Ev karwan sêyemîn karwana alîkarîyan ji destpêka qeyrana koronayê ye, beşa yekem a alîkarîyan 20 ton, beşa duyem 30 ton û beşa sêyem 32 ton bûye.

Li gor amarên ku Desteya Tendirustîyê ya Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandîye, heta niha tenê du rewşên tûşbûna bi vîrusa koronayê li herêma wan hatine tomarkirin, ku herdu rewş li bajarê Hesekê bûne.

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir