Wezîrên Derve yên Spanya û Finlandayê di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re tekez kirin, parastina mafên pêkhate û kêmneteweyên li Sûriyeyê, ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) wekî "xeta sor" tê dîtin.
Spanya: Em Sûriyeyeke demokratîk û yekparçe dixwazin
Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand: "Em Sûriyeyeke aram û demokratîk dixwazin ku yekparçeyiya xaka wê parastî be."
Albares bal kişand ser hevdîtina xwe ya li Şamê û got: "Min bi zelalî ji wan re got ku mafê wekhev ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê, bêyî cudahiya olî, şertekî sereke ye û xeta sor a Yekîtiya Ewropayê ye."
Albares her weha tekez kir, divê rêz li mafên kêmneteweyên krîstiyan, kêmneteweyên zimanî û neteweyî (wekî Kurdan) were girtin û mafê jinan bi yê mêran re wekhev be.
Finlanda: Metirsiya vegera cezayan heye
Ji aliyê xwe ve, Wezîra Derve ya Finlandayê Elina Valtonen bal kişand ser girîngiya qonaxa veguhastina siyasî û got: "Ji bo Yekîtiya Ewropayê pir girîng e ku piştgiriya rêveberiyeke wisa bike ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bihewîne."
Valtonen hişyarî da ku her çiqas hinek nîşanên baş hebin jî, pêşhatên cihê metirsiyê jî hene. Derbarê cezayan de wê got: "Heger mafên hemû kêmneteweyan, jinan û keçan bi awayekî rast neyên parastin, wê demê dibe ku em sîstema 'vegera lezgîn a cezayan' vegerînin."
Hevdîtina asta bilind li Brukselê
Ev daxuyaniyên wezîran di dema "Yekemîn Diyaloga Siyasî ya Asta Bilind" a navbera Yekîtiya Ewropayê û Sûriyeyê de hatin dayîn ku îro Duşemê, 11ê Gulana 2026an li Brukselê birêve çû. Di civînê de, Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê Kaja Kallas û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî serokatiya şandeyan kirin.