Wezîrên Derve yê rûs, tirk û îranî sibê li Moskovayê dicivin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov îro di civîna xwe ya çapemenî de da xuyakirin ku Wezîrên Derve yê rûs, tirk û îranî sibê li Moskovayê dicivin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov îro di civîna xwe ya çapemenî de da xuyakirin ku Wezîrên Derve yê rûs, tirk û îranî di 20 meha 12an de ango sibê li Moskovayê dicivin. Mihail Bogdanov: ”Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hemkarên xwe yên tirk û îranî re bi rêya telefonê axivî û wan jî piştgiriya vî fikrî kir."

Bogdanov her weha di axaftina xwe da diyar kir: "Mijara ku bila hevdîtin li Moskowê pêk were berê jî hatibû nirxandin. Bi formata 3 alî pêşî mijara Sûriye û rewşa derdorê divê mirov binirxîne. Bila aliyên Sûriyeyî li dora masê rûnên û ji bo ragihandina agirbesteke bi îstîqrar û çareseriyeke mayînde lihev bikin. Ji bo vê bingehek jî di destê me de heye. Ew bingeh Biryara Neteweyên Yekbûyî ya hejmara 2254ê ye".

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin