Wezîrê tenduristiya Îranê: Vîrusa nû ya Koronayê gihîşt Îranê jî

.

Wezîrê tenduristiya Îranê ragihand, vîrusa nû ya Koronayê li wî welatî jî hatiye tomarkirin.

Wezîrê tenduristiya Îranê, Seîd Nemekî îro ragihand, vîrusa nû ya Koronayê gihîştiye Îranê jî û kesekî ku ji Brîtanya vegeriyabû, bi wê vîrusê ketiye.

Seîd Nemekî li ser rewşa wî kesî jî got, rewşa wî baş e û li nexweşxanê hatiye razandin.

Ji aliyekî din, wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 6 hezar û 113 kes bi Koronayê ketine û 98 kes jî bi Koronayê mirine.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Îranê milyonek û 255 hezar û 620 kes bi Koronayê ketine ku 55 hezar û 748 kes ji wan mirine û milyonek û nêzîkî 30 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê