Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê: Ji bo Kurdî projeyên me hene

.

 Taxa Zoravayê ya Şamê ku piranî Kurd lê dijîn, bi pirsgirêka nebûna dibistanan re rûbirû ye û bi hezaran xwendekarên vê taxê neçar in ji bo xwendinê biçin taxên dûrî malên xwe.

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, nifûsa taxê nêzîkî 150 hezar kesan e.

Bi hezaran xwendekarên ji pola yekem heta pola 12an li vê taxê hene lê ji ber şert û mercên şer û koçberiyê, zehmet e ku hejmareke teqez bê diyarkirin.

Bêparbûna ji dibistanan

Li vê taxê dibistanên seretayî, navendî û amadehiyê nînin. Hinceta hikûmetê ew e ku ev tax "taxeke neyasayî û bêserûber e."

Li aliyê din, li Şamê gelek taxên din ên “neyasayî” hene lê dibistan û saziyên wan ên fermî û xizmetguzarî jî li wan taxan hene.

Dibistanên taxên din di navbera 5 û 20 kîlometreyan ji Zoravayê dûr in. Sermaya zivistanê û germa havînê rêyê li xwendekaran zehmettir dike.

Ji ber vê yekê, malbat neçar dimînin ku zarokên xwe bi servîsan bişînin dibistanên taxên cîran.

Mesrefa rê barê malbatan giran dike

Dayîka du xwendekaran Leyla Yehyayê ji Rûdawê re behsa mesrefên xwendinê kir û got:

"Hinek kes 200 hezar, hinek 150 hezar û hinek jî heta 300 hezar lîreyên Sûriyeyê didin servîsan.

Her kes nikare vî pereyî bide. Hinek malbat hene 3-4 zarokên wan hene, wê demê mesref gelekî zêde dibe."

Ev rewş ji aliyê madî û derûnî ve barê malbatan giran dike.

"Em plan dikin ku dibistanekê ava bikin"

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Tirko ku Kurd e û xelkê wê taxê ye, behsa planeke nû kir.

Dr. Mihemed Tirko ji Rûdawê re got, "Plana me heye ku em li Zoravayê dibistanekê ava bikin û em dê cihê wê diyar bikin.

Mafê zarokan e ku dibistan nêzîkî wan be. Her wiha ji bo zimanê Kurdî jî projeyen me hene."

Taxa Zoravayê

Zorava yek ji taxên naskirî yên Şamê ye ku piranî Kurd lê dijîn. Kurd destpêka salên 80yî li wir bi cih bûn û hejmara wan salên 90î zêdetir bû.

Kurdan bi şev xaniyên xwe ava dikirin û rejima Beşar Esed jî bi roj xaniyên hatine lêkirin xera dikirin lê Kurdan dev ji lêkirina xanî û avahiyan berneda heta ku ew bû taxeke mezin.

Taxa Zorava tevî ku bûye taxeke mezin jî hîn ji xizmetguzariyên sereke yên wekî av, kareba, kanalîzasyon û rêyan bê par e.

 Şêniyên Zoravayê hêvî dikin ku hikûmeta nû dawî li êşên wan bîne.

Kurdistan Haberleri

Pêla erebkirinê Kerkûkê berdewam e: Li gundekî ji 70 malan tenê 3 mal mane
Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê girêdayî bihêzkirina jinan e
TAYBET - Jin li Başûrê Kurdistanê di çi rewşê de ne?
Şam piştî rakirina cezayan bi êrişa li ser Kurdan tê tawanbarkirin
DIVÊ EM LI DIJÎ ŞIDETA LI SER JINAN RAWESTIN!