Wezîrê Perwerdeyê: Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin

.

Wezîrê Perwerde û Xwendinê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko got, “Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin.”

Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Tirko li Hewlêrê bû mêhvanê Dilbixwîn Dara.

Mihemed Tirkoyê ku Kurdekî Efrînî ye bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser perwerde, sîstema xwendinê, mafên Kurdan û xwendina bi zimanê Kurdî.

Mihemed Tirko bi eslê xwe xelkê Efrînê ye û niha li taxa Zorawayê ya Şamê dijî.

Mihemed Tirko wî da zanîn ku dê li her dera Sûriyeyê dibistanên bi zimanê Kurdî vebin.

Tirko eşkere kir ku ew li ser bernameyeke nû ya bi Kurdî dixebitin û birêvebirê bernameyên Sûriyeyê jî Kurd e.

Her wiha wî destnîşan kir ku wan dîplomayên Rêveberiya Xweser nas kirine û 38 hezar mamosteyên deverên Kurdan tevlî wezaretê bûne.

Mihemed Tirko destnîşan kir ku perwerde û dîplomayên lîse û zanîngehên Herêma Kurdistanê jî li Sûriyeyê bi fermî tên naskirin.

Wî ragihand ku li Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê 338 hezar karmend hene.

Tirko anî zimên ku meaşên mamosteyan ji 80 dolarî gihîştiye 400 dolarî.

Wî ji bo penaberan jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got ku vegera penaberan a ji bo Sûriyeyê ne zehmet e.

Wezîrê Kurd di hevpeyvînê de li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî û guhertinên nû peyamên girîng dan:

Rûdaw: Doktor, tu bi xêr hatî Herêma Kurdistanê

Mihemed Tirko: Gelekî spas û şeva we bi xêr.

Rûdaw: Ez kêfxweş im ku em li Hewlêrê hev dibînin, di eslê xwe de diviyabû me li Şamê gotûbêj bikira.

Mihemed Tirko: Rast e, em li ser paşeroja Şamê gotûbêjê dikin.

Rûdaw: Yekemîn gotûbêja te piştî ku tu bûyî wezîr bi min re bû, wê demê dayîka te jî li ser ekranê axivî.

Mihemed Tirko: Rast e, cara yekem bû, gotûbêjeke xweş bû.

Rûdaw: Dr. Mihemed Tirko xelkê Efrînê ye, ji bajarokê Cindirêsê, gundê Hemayê. Kurmanciya te jî gelekî baş e doktor.

Mihemed Tirko: Rast e, ez bi devoka Efrînê diaxivim û bi devoka Cizîrê jî.

Rûdaw: Hevalên te kî bûn doktor li wan bajaran?

Mihemed Tirko: Hevalên min li Qamişloyê, Efrîn û Kobaniyê hebûn, lewma ez dikarim bi her du devokan biştexilim.

Rûdaw: Birêz Wezîr, Kurdistan li ber çavên te çawa bû?

Mihemed Tirko: Cara yekem bû ku ez serdana Herêma Kurdistanê dikim, ez gelekî kêfxweş bûm. Min tiştên gelekî baş li vir dîtin, bipêşketin heye. Wekî Kurdekî ez bi rastî serbilind im bi tiştên ku li vir hatine kirin, kar ji bo gel hatiye kirin û avabûn heye.

Rûdaw: Germ e, tu di vê germê de hatî, pileya germê nêzîkî 50î dibe.

Mihemed Tirko: Belê germ e, welatên herêmê tev germ in, Sûriye û Urdun jî.

Rûdaw: Efrîn hinekî hêniktir e, wekî Dihok û Zaxoyê.

Mihemed Tirko: Li Efrînê gelek darên zeytûnan hene, 60 milyon dar li Efrînê hene, lewma ew dar pileya germê gelekî kêm dikin.

Rûdaw: Doktor, niha rewşa perwerdeyê li Sûriyeyê çawa ye?

Mihemed Tirko: Rewşa perwerdeyê li Sûriyeyê di destpêkê de gelekî dijwar bû. Dema ez hatim, li Sûriyeyê 4 sîstemên perwerdeyê hebûn. Me hemû kirin sîstemek. Me meaşên mamosteyan hemû wekhev kirin, ev tiştekî gelekî baş bû. Tişta duyem, me bername kirin yek. Yanî, bernameyeke yekgirtî ji bo hemûyan, ev jî dadperwerî bû da ku hemû xwendekar heman bernameyê bixwînin û îmtîhanên wan jî yek bin.

Rûdaw: Ma we bawernameyên dîplomayê yên Rêveberiya Xweser jî qebûl kirin?

Mihemed Tirko: Me bawernameyên Rêveberiya Xweser qebûl kirin û îsal jî dikarin li gorî wê bernameyê xwendina xwe bi dawî bikin.

Rûdaw: Paşê dê xwendin li wan herêman çawa be?

Mihemed Tirko: Serok Ehmed Şer, mersûma hejmar 13an a sala 2016an derxist. Ew mersûm gelek mafên Kurdan vedigerîne; yek ji wan mafê welatîbûnê, mafê erdê û mafê ziman bû. Em niha li ser mijara ziman kar dikin û bernameyekê amade dikin. Armanca me ew e ku Kurd fêrî zimanê xwe bibin. Li her derê ku Kurd lê hebin, ne tenê li Heleb û Şamê, em dê li wir jî dibistanan vekin.

Rûdaw: Di Wezareta Perwerdeyê de çend Kurd hene, karmend hene?

Mihemed Tirko: Her kesê ku karibe kevirekî deyne ser kevirekî li Sûriyeyê, em dê wî qebûl bikin. Di wezaretê de Kurd hene û ew karên baş dikin. Birêvebirê me yê navendî Kurd e, birêvebirê perwerdeya Hesekê Kurd e. Dema jêhatîbûn û bawername hebe, em nabêjin ev Kurd e yan Ereb e. Em Sûriyeyeke nû ava dikin ku tê de her kes beşdar be, ne li ser bingeha pişka partiyan, dewlet pişta xwe bi şiyan û jêhatîbûnê girê dide.

Rûdaw: Bi giştî çend kes di wezaretê de kar dikin?

Mihemed Tirko: Nêzîkî 338 hezar kesan in li seranserî Sûriyeyê, mamoste û yên din. Çar sîstem bûn yek, karê sîstemê dijwar e lê me pêk anî.

Rûdaw: Ma hûn meaşên karmendên wezaretê yên li herêmên Rêveberiya Xweser didin?

Mihemed Tirko: Li gorî mersûmê, me sîstema xwendinê li Hesekê û Reqayê xist nav sîstema sereke ya dewletê. 38 hezar mamoste hebûn, me ew jî anîn nav proseya perwerdeyê, ew di nav sîstemê de kar dikin û meaşên xwe werdigirin.

Rûdaw: Meaşê mamosteyan çend e?

Mihemed Tirko: Serok Ehmed Şer girîngiyeke mezin dide xwendinê. Berê derdora 80 dolarî bû, niha digihîje 400 dolarî. Yanî baş e, di nav 16 mehan de me ew gav avêt, gava yekem bû ji bo başkirina rewşa mamosteyan.

Rûdaw: Yanî di yekkirinê de ti pirsgirêk nîne? Mebesta min ew hemû dibistan, mamoste û karmendên îdarî yên saziyên Birêvebiriya Xweser e.

Mihemed Tirko: Di rastiyê de, mijara îdarî gelekî dijwar e. Gelek dibistan hatin bombebarankirin, 8 hezar û 200 dibistan hilweşiyan. Me heta niha derdora hezar û 680 dibistan ji nû ve ava kirine. Ev zehmet e û hîn kar maye. Armanca me ya sereke ew e ku mafê xwendinê bigihîje her zarokekî li ser axa Sûriyeyê.

Rûdaw: Niha li hemû herêmên Sûriyeyê dibistan hene?

Mihemed Tirko: Neteweyên Yekbûyî dibêje 2 milyon û 400 hezar zarok li Sûriyeyê ji xwendinê bêpar in. Ew hejmar ber bi kêmbûnê ve diçe. Hejmara xwendekaran salekê piştî rizgarkirina Sûriyeyê nêzîkî 4 milyon û 300 hezarî bû, par bû 5 milyon û 100 hezar. Her sal milyonek zêde dibe.

Rûdaw: Ew koçberên Efrînê yên ku li derve bûn, li Hesekê yan Kobaniyê bûn û vegeriyan, niha derfeta wan heye di dibistanan de bixwînin?

Mihemed Tirko: Me gelek biryar derxistine da ku vegerin dibistanan. Li hemû Sûriyeyê gava kesek ne di nav xwendinê de be, îmtîhan jê re tê kirin û li gorî şiyana wî di pola guncav de tê bicihkirin. Her wiha gava temenê kesekî mezin be, bernameya 'B'yê heye. Mînak kesekî 14 salî ye lê pola 7an neqedandiye, ew bername her salekê wekî du salên xwendinê hesab dike. Ez bi xwe çûm Efrînê, li wir tevger gelek e û dibistan tev hatine vekirin.

Rûdaw: Li Efrînê xwendin bi çi zimanî ye? Kurdî nîne?

Mihemed Tirko: Niha Kurdî nîne lê em dê vekin. Li gorî mersûma serok, li her herêmeke ku Kurd lê hebin, em dê dibistanên bi zimanê Kurdî vekin. Em mamosteyan jî ji bo vê amade dikin.

Rûdaw: Ez dixwazim vê zanibim; dema tu ji dayîk bûyî, bê guman te Erebî nizanîbû. Niha tu wezîr î, ma tu bi rastî difikirî ku xwendin li Efrînê bi Kurdî be? Planeke we ya wisa heye?

Mihemed Tirko: Li gorî mersûma Serok Ehmed Şer ku me biryara bicihkirinê jî jê re derxistiye, her herêmeke ku Kurd lê bin, em dê vê yekê pêk bînin. Yanî dibistan û zimanê Kurdî dê lê hebe. Heta em li ser wê yekê kar dikin ku mamosteyên zimanê Kurdî perwerde bikin û wan amade bikin.

Rûdaw: Yanî dê ne tenê wekî dersa vebijêrkî be?

Mihemed Tirko: Em li ser vê mijarê kar dikin.

Rûdaw: Çimkî sibe dê vê pirsê ji te bikin: Dr. Mihemed tu bûyî wezîr, ka zimanê Kurdî? Erkê te ji yê hemû wezîrên din girantir e.

Mihemed Tirko: Rast e. Bila ez tiştekî bibêjim; doza Kurdan di dîroka Sûriyeyê de her tim wekî taktîkekê hat bikaranîn. Gelek kes hatin û soz dan Kurdan lê tiştek nekirin. Serok Ehmed Şer dema mersûm derxist, cara yekem bû di dîroka Sûriyeyê de ku zimanê Kurdî were qebûlkirin û Kurd bibin xwedî nasname. Em tenê soz nadin, em pêk tînin. Ev îradeya dewletê ye. Sûriyeya nû ya her kesî ye.

Rûdaw: Di rastiyê de, ez nizanim ev tenê di aliyê teorîk de ye yan bi rastî Kurd li Sûriyeyê xwe wekî xwediyê wî welatî dibînin? Ma bi rastî Sûriye niha dewleta welatiyan e?

Mihemed Tirko: Welatîbûn tenê bi gotinê nabe, bi bicihkirinê dibe. Divê mirov hest bike ku ev welatê wî ye, ev jî dema ewlehî û aramî hebe çêdibe. Mînak, vegera koçberên Efrînê tiştekî gelekî baş bû. Li ser mijara nasnameyê jî, niha dikarin nasnameya xwe wergirin. Mijara ziman jî bi heman awayî ye. Lewma ez ji bo paşeroja Sûriyeyê gelekî geşbîn im, ji ber ku Sûriye hêza xwe ji firehî û pirrengiya neteweyan werdigire; Kurd, Ereb, Suryan... ew hêzê didin Sûriyeyê.

Rûdaw: Parlamenterên Kurd jî hene, tu bi wan re rûniştî?

Mihemed Tirko: Belê, ez bi wan re rûniştim.

Rûdaw: Hejmara wan 13 e?

Mihemed Tirko: 13 endam in. Hemû Kurd in, ev cara yekem e 13 parlamenterên Kurd digihîjin Parlamentoya Sûriyeyê.

Rûdaw: Li gorî hejmara Kurdan a li Sûriyeyê, 13 gelekî kêm e, ne wisa ye? Ma dikare roleke wan hebe?

Mihemed Tirko: Lê pêngaveke gelekî baş e.

Rûdaw: Tu bi wan re çi axivî?

Mihemed Tirko: Em bi Kurdî şitexilîn, em li ser kar û baran şitexilîn.

Rûdaw: Tu dizanî piştî şer, nêzîkî 150 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatin Herêma Kurdistanê. Bi hezaran zarok diçin dibistanan. Sibe eger vegerin, dikarin li wir xwendina xwe bidomînin? Hûn xwendina wan a li vir qebûl dikin?

Mihemed Tirko: Dema min bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir, min got: Em spasiya we dikin ku we pêşwazî li penaberan kir û zarokên wan şandin dibistanan. Niha piraniya wan vedigerin. Her kesê ku bawernameyeke wî hebe, dikare vegere. Heta eger bawername bi wî re nebe jî, em dê li gorî asta wî, wî vegerînin dibistanê. Em dê bawernameyên wan heta asta bekeloryayê (lîseyê) qebûl bikin û alîkariya wan bikin.

Rûdaw: Yanî eger yekî li vir pola 9an xwendibe, dikare li wir biçe pola 10an?

Mihemed Tirko: Belê, yê ku pola 7an qedandibe dikare li Sûriyeyê dest bi pola 8an bike, ti pirsgirêk nîne. Em gelekî kêfxweş dibin gava vedigerin welatê xwe.

Rûdaw: Gelek xwendekar û malbat di nav wan xeman de bûn ku xwendina wan a li vir bi heder biçe.

Mihemed Tirko: Nexêr, em qebûl dikin. Heta eger bixwaze li Zanîngeha Şamê biqedîne jî dikare bawernameya xwe bîne wezaretê û em dê ji bo wî wekheviyê bikin û wî bi cih bikin.

Rûdaw: Derfeta te çênebû tu serdana kampan bikî?

Mihemed Tirko: Min hinek ji wan dîtin û min guhdariya daxwazên wan kir. Min ji wan re got veger ne dijwar e, ne di aliyê xwendinê de û ne jî di aliyê bawernameyan de.

Rûdaw: Kurdek bibe Wezîrê Perwerdeyê li Sûriyeyê, ev çawa ye? Têkiliya te bi Serokê Sûriyeyê re çawa ye?

Mihemed Tirko: Ev hikûmeteke teknokrat e, em ji bo gelê Sûriyeyê kar dikin. Zilm û zordariyeke mezin li gelê Sûriyeyê hat kirin, bi taybetî li Kurdan. Em dixwazin heybeta mirovê Sûriyeyê vegerînin. Em dixwazin Sûriyeya nû, dewleta yasa û demokrasiyê ji bo her kesî ava bikin.

Rûdaw: Têkiliya te bi Ehmed Şer re baş e?

Mihemed Tirko: Serokê dewletê gelekî baş e û girîngiyeke zêde dide doza Kurdan û perwerdeyê.

Rûdaw: Ew bi xwe dikare bi Kurdî biaxive?

Mihemed Tirko: Ez bi xwe pê re bi Kurdî neşitexilîme.

Rûdaw: Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî bi Kurdî dizane?

Mihemed Tirko: Belê, ew li Qamişloyê mezin bûye.

Rûdaw: Ez gelekî kêfxweş bûm tu bûyî mêhvanê min. Eger peyameke te ji bo xelkê me yê li Rojavayê Kurdistanê hebe, çi ye?

Mihemed Tirko: Peyama min ew e ku paşeroja Sûriyeyê ya hemû Sûriyeyiyan e. Sûriye bi hemû pêkhateyên xwe ve bihêz e. Xwendin gelekî girîng e, em dixwazin civakekê li ser bingeha xwendin, yasa û demokrasiyê ava bikin. Em dixwazin hemû destê hev bigirin ji bo paşerojeke xweş.

Rûdaw: Piştî tu bûyî wezîr, hevaltiya te ya berê berdewam e? Yan vî postî tu ji wan dûr xistî?

Mihemed Tirko: Di rastiyê de ev kar gelekî giran e lê dema ez derfetekê dibînim ez diçim dayîka xwe dibînim, carinan hevalên xwe jî dibînim. Em rûdinin û diştexilin.

Rûdaw: Doktor, hûn li malê bi çi zimanî diaxivin?

Mihemed Tirko: Em bi Kurdî diaxivin.

Rûdaw: Dayîka te jî bi rastî gelekî şîrîn bû.

Mihemed Tirko: Xwedê temenê wê û dayîka her kesî dirêj bike.

Rûdaw: Dema tu çûyî Almanyayê, ew jî bi te re bû?

Mihemed Tirko: Na, ew li Sûriyeyê ma, ez li Almanyayê bûm.

Rûdaw: Mala te li kû bû doktor li Şamê?

Mihemed Tirko: Li taxa Zoravayê.

Rûdaw: Ew tax tev Kurd in.

Mihemed Tirko: Belê tev Kurd in, Zorava dîrokek e.

Rûdaw: Dibêjin ji ber ku bi zorê ava kirine navê wê kirine Zorava.

Mihemed Tirko: Rewşa Kurdan a li wir gelekî dijwar bû, av û elektrîk nebûn, şaredarî dihat û mal xera dikirin.

Rûdaw: Te bi xwe ew zehmetî dîtin?

Mihemed Tirko: Belê, min bi xwe dîtin.

Rûdaw: Vê posta wezîrtiyê çi guherîn di jiyana te de çêkirin?

Mihemed Tirko: Dîsa dibêjim; em dixwazin heybeta her Sûriyeyiyekî vegerînin da ku her kes bi serbilindî bibêje "ez Sûriyeyî me".

Rûdaw: Gelekî spas doktor, ez kêfxweş bûm. Di rastiyê de cara yekem e wezîrekî Kurd tê Hewlêrê û dibe mêhvanê min. Kurmanciya te gelekî xweş bû.

Mihemed Tirko: Ez hewl didim her kes fêhm bike, devoka Efrînê hinekî giran e.

Rûdaw: Spas ji bo te û ji bo temaşevanan jî. Bi hêviya ku em li Şamê hev bibînin.

Mihemed Tirko: Em amade ne. Gelekî spas.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin
Li Îranê di mehekê de 67 kes hatin bidarvekirin
Çima Neteweperwerî?
Şam: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo xurtkirina pêwendiyan gaveke girîng e
Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de