Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê û Serokerkanê Sûriyeyê civiyan

.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokerkanê Sûriyeyê Nureddîn Elî Neisan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê civiyan.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, îro li avahiya wezareta xwe Serokerkanê Sûriyeyê Nureddîn Elî Neisan pêşwazî kir û piştre li gel civiya.

Serokerkanê Sûriyeyê li ser vexwendina fermî ya Serokerkanê Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu gihiştibû Enqereyê.

Di civîna li Wezareta Parastinê de Serokerkanê Tirkiyeyê Selçuk Bayraktaroglu jî amade bû.

Derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek nehat belavkirin lê tê pêşbînîkirin ku her du alî li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Enqere û Şamê de û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêjan bikin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin