Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê: Spas ji Pêşmerge re

.

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê civiya û di civînê de pêşxistina pêwendiyên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û xurtkirina hevkariya ewlehî û leşkerî hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê di civînê de spasiya Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de pêzanîna Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya Îtalyayê ducare kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya Îtalyayê û rola wê ya karîger a di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo perwerde û rahênana bi Hêzên Pêşmerge de anî zimên."

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto pêbendiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya li Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kiriye û pesnê rola Pêşmerge ya di têkbirina terorê de daye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir: "Pêşhatên dawî yên ewlehiyê yên li herêmê û metirsiyên terorê mijarên din ên civînê bûn."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ji bo beşdarbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê li Almanyayê ye.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê îsal ji 13ê Sibatê heta 15ê Sibatê tê lidarxistin û serkirde û berpirsên welatan dicivin û li ser mijarên hestyar ên ewlehiya cîhanê gotûbêjan dikin.

Kurdistan Haberleri

Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin
Li Silêmaniyê bi mûşekan êrişî kampa Komeleyê hat kirin
PDK: Me deriyê dan û standinan negirtiye
Bi dehan welat dixwazin Tengava Hurmizê vebe
Silêmanî: Rê li lijneya Desteya Mafên Mirovan hat girtin ku Lahûr Şêx Cengî bibîne