Wezîrê Navxwe yê Herêmê û Wezîra bergîriyê ya Almanya dicivin

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer û Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê çend pirsên girîng bi her du aliyan guftûgo kirin.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer û Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê çend pirsên girîng bi her du aliyan guftûgo kirin.

hat zanîn ku, Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê ligel şandekê li Hewlêrê ye û piştî ku ew bi Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyabû, piştre hejmarek çalakvanên Êzidî dîtin û serdana Navenda Rahênana Leşkerî jî kir.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê serdana şêwirmend û leşkerên welatê xwe li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî kir.

Şanda Almanî bi hevdîtin û civînên xwe berdewam e û biryar e bi Wezareta Pêşmerge û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re jî bicive.

Almanya di şerê li dijî DAIŞê de bi çek û keresteyên leşkerî û bi taybetî bi çekê Mîlan û bi riya şêwekar û rahênankarên leşkerî hevkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist