Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand ku hîn ti gavên berbiçav derbarê biryara danîna çekan a PKKyê nehatine avêtin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Hewlêrê li ser biryara danîna çekan a PKKyê û mijarên di rojevê ve pirsên rojnamegeran bersivandin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed got:
“Heta niha pêvajoyeke ku bi pêş dikeve nîne. Ev mesele pêvajoyeke di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye.”
Rêber Ehmed destnîşan kir ku di navbera PKK û Tirkiyeyê de dan û standin didomin û anî ziman:
“Heta niha di pratîkê de ti gav nehatine avêtin.
Rola me wekî Herêma Kurdistanê ew e ku navbeynkariyê di navbera her du aliyan de bikin û beşdarî pêvajoyê bibin.
Em dê vê rola xwe bidomînin.”
PKKyê di daxuyaniya xwe 12ê Gulanê de encamên Kongreya xwe ya 12an ku di navbera 5-7ê Gulanê de hatibû lidarxistin, ragihandibû.
PKKyê ragihandibû ku dê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi cih bîne û xwe fesix bike.
Rêber Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hûrgiliyên pêvajoyê ne zelal in û da zanîn:
“Li gor aliyên ku li ser mijara danîna çekan diaxivin jî, hinek xal hîn ne zelal in.
Pêdiviya vê mijarê bi diyalogeke zêdetir û zelalkirinê heye.”
Rêber Ehmed her wiha bal kişand ku PKK hîn negihiştiye qonaxa bicihanîna biryarên kongreya xwe û bi bîr xist ku ew di daxuyaniyên xwe de behsa “hêviya gavên ku dê ji aliyê Tirkiyeyê ve werin avêtin” dikin.