Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin

.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku êrişî baregeheke wan a li Hewlêrê hatiye kirin lê ti windahiyên wan ên canî nînin.

Tajani îro li ser tora civakî ya Xê nivîsî:

"Ez bi tundî wê êrişa ku li ser baregeheke Îtalyayê ya li Hewlêrê hat kirin şermezar dikim.

Ez bi Balyozê Îtalyayê yê Îraqê re axivîm. Em kêfxweş in ku hemû leşkerên me yên li wir baş û bi silamet in."

Îtalya erkên xwe di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de bi cih tîne.

Îtalya ji Îlona sala 2014an ve endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ye û di gelek waran de alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanêherêmê kiriye.

Îtalya li gel Amerîka û Erebistana Siûdî serkêşiya komeke di nav Koalîsyonê de dike ku armanca wê nehiştina çavkaniyên dahata DAIŞê û tunekirina torên wê yên darayî ye.

Amarên hêzên Îtalyayê yên li herêmê

Li gorî amarên Koalîsyonê, li Îraq û Herêma Kurdistanê 900 leşker û şêwirmendên Îtalyayê hene.

Ew bi 84 wesayît û barhilgirên leşkerî û 11 balafirên leşkerî û şer beşdarî bicihanîna erkên Koalîsyonê dibin.

Li gorî agahiyên çavkaniyeke ewlehiyê, hemû dronên ku şeva çarşemê arasteyî Hewlêrê hatibûn kirin hatine têkşikandin û xistin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Şêwirmendê Sûdan'ê, Xeta borîya Kurdistanê girînge, lê cîyê Gewrîra Hurmizê nagire