Wezîrê Îsraîlî: Divê Ehmed Şer demildest ji holê bê rakirin

.

Wezîrê Diasporayê yê Îsraîlê Amichai Chikli piştî bûyerên li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê, gefa kuştinê li Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer xwar û got, “Divê demildest ji holê bê rakirin.”

Wezîrê Îsraîlî di daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê Xê belav kir de hikûmeta Sûriyeyê û Hemas wekî hev nîşan dan û got:

"Eger ew wekî Hemasê xuya dike, wekî Hemasê diaxive û wekî Hemasê tevdigere, wê demê ew Hemas e."

“Divê demildest ji holê bê rakirin”

Chikli hikûmeta Şamê wekî "xîlafeteke radîkal" bi nav kir û got kir ku Ehmed Şer ne lîderekî rewa ye û bi awayekî eşkere gefa kuştinê lê xwar û biland:

"Kî difikire ku Ehmed Şer lîderekî rewa ye gelekî şaş e û divê demildest ji holê bê rakirin."

Bûyerên li Siwêdayê

Ev daxuyanî û gefên tund piştî alozî û pevçûnên li parêzgeha Siwêdayê tên ku Îsraîlê jî midaxeleya leşkerî kiribû.

Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo kontrolkirina rewşê hêzên artêşê şandin herêmê.

Kurdistan Haberleri

Bafil Talebanî bû Serokê Tifaqa Sosyal Demokratan a Cîhana Ereban
SOHR: Tirkiyeyê êrişî derdora Bendava Tişrînê kir
Almanya: Em dê ji bo jiholêrakirina çekên kîmyewî alîkariya Sûriyeyê bikin
Namzedên ji Rojavayê Kurdistanê dixwazin bibin dengê diyasporayê
Mele Silêmanê 86 salî yê ji ber xutbeya Kurdî hatibû girtin hat berdan